Zarokê ji komkujiya Dehle rizgar bû: Seyf Yasîn El Ubeyd 

Zarokê bi navê Seyf Yasîn El Ubeyd ji komkujiya ku komên Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê li gundê Dehle yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê komkujî pêk anî, rizgar bû.

Zarokê ji komkujiya Dehle rizgar bû: Seyf Yasîn El Ubeyd 
10 tebax 2024   17:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê duh sibehê 2 komkujî li gundên Dehle û Cidêdit Begara pêk anîbûn.

Di encama komkujiyan de 11 kes di nav de 4 zarok, pitikek û 2 jin şehîd bûn û 5 kes birîndar bûn.

Li gundê Dehle ferdên malbatekê bi giştî, ji bilî zarokê bi navê Seyf Yasîn El Ubeyd, şehîd bûn. Ew di encama komkujiya ku komên Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê li dijî gundê Dehle de şehîd bûn.

(fr)