Xelkê Amûdê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir

Li bajarê Amûdê gel salvegera 48`emîn a PKK`ê pîroz kir û têkoşîna wê ya ji bo doza kurdî bi bîr xist.

Xelkê Amûdê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir
Xelkê Amûdê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir
Xelkê Amûdê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir
Xelkê Amûdê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir
Xelkê Amûdê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir
Xelkê Amûdê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir
Xelkê Amûdê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir
Xelkê Amûdê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir
Xelkê Amûdê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir
26 mijdar, 2026   14:29
QAMIŞLO

Meclisa Gel a Bajarê Amûdê bi boneya salvegera 48`emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li stadyuma bajêr pîrozbahiyek li dar xist. Nûnerên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan û şênî tev li şahiyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê mamosteyê kurdî yê Zanîngeha Rojava Beşîr Mela Newaf axivî û têkoşîna siyasî û leşkerî ya PKK`ê, pêvajoyên ku tê re derbas bûne û şehîdên tevgerê bi bîr xistin. Mela Newaf destnîşan kir ku dîroka PKK`ê bi pirsgirêka kurdî ve girêdayî ye û divê ev dîrok her tim bê parastin.

Piştî ku axaftin bi dawî bû Koma Agirî derket ser dikê û stran gotin. Her wiha koma govendê jî govend pêşkêş kirin.

(np)

ANHA