Rueters: Pentagon keştiya 2ˊyemîn a balafiran dişîne Rojhilata Navîn

2 berpirsên Amerîkayî ji Reutersˊê re got ku Pentagonˊê biryar daye ku keştiya 2'emîn a balafirhilgir a Amerîkayî bişîne Rojhilata Navîn, ev jî nîşan dide ku aloziyên di navbera DYAˊyê û Îranê de zêde dibin.

Rueters: Pentagon keştiya 2ˊyemîn a balafiran dişîne Rojhilata Navîn
13 sibat, 2026   18:43
NAVENDA NÛÇEYAN

2 berpirsên Amerîkayê ji Reutersˊê re got ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (DYA) wê keştiyeke balafirhilgiran ji Karayîban bişîne Rojhilata Navîn, ev jî wê bibe 2'emîn keştiya balafiran li wir. Şandina vê keştiyê, di demekê de ye ku aloziyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de zêde dibin.

Keştiya balafirhilgir Gerald R. Ford, ku ya herî nû li DYAˊyê û ya herî mezin li cîhanê ye, bi keştiyên pê re li Karayîban dixebite û îsal beşdarî operasyonên li Venezuelayê bûye.

Berpirsiyarekî ku nexwest navê wî were aşkerakirin got ku keştiya balafiran wê herî kêm hefteyekê bidome da ku bigihîje herêma Rojhilata Navîn.

Keştiya barhilgir Gerald R. Ford wê tev li keştiya balafirhilgir Abraham Lincoln û hejmarek ji wêrankerên mûşekên rêberkirî, balafirên şer û balafirên keşfê bibe ku di çend hefteyên borî de bo Rojhilata Navîn hatine veguhastin.

DYAˊyê herî dawî, dema ku cihên nukleerî yên Îranê di Hezîranê de bombebaran kiribûn, par 2 keştiyên balafirhilgir şandibûn herêmê.

(ac/fr)