Rojnameyên erebî têkildarî ferderalîzmê ji bo Kurdan û stratejiya nû ya Îsraîlê nivîsîn

Rojnameyên erebî diyar kir ku çareseriya rastîn a pirsgirêka Kurd li Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê modela federal an konfederal e ku mafên çandî, siyasî û aborî yên berfireh bide wan bêyî ku yekitiya dewletan têk bibe. Îsraîl jî hewl dide destkeftiyên xwe yên leşkerî bi kar bîne da ku çarçoveya normalîzekirinê berfireh bike.

Rojnameyên erebî têkildarî ferderalîzmê ji bo Kurdan û stratejiya nû ya Îsraîlê nivîsîn
1 tîrmeh, 2025   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro li ser pirsgirêka Kurd û bandora wê li ser berjewendiyên herêmî û navneteweyî û her wiha stratejiya nû ya Îsraîlê ji bo berfirehkirina çarçoveya normalîzekirinê bi welatên Ereb re, nivîsîn.

‘PIRSGIRÊKA KURD Û HEVKÊŞEYÊN ŞER Û AŞTIYÊ LI ROJHILATA NAVÎN’

Rojnameya El Şerq El Ewset der barê rewşa aloz a pirsgirêka Kurd de nivîsî û diyar kir ku ew pirsgirêk rastî astengiyên mîna "serweriya neteweyî ya dewletan, nasname, şerê li dijî terorîzmê û berjewendiyên jeopolîtîk ên herêmî û navneteweyî" tê. Rojnameyê nivîsî ku pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên siyasî yên herî tevlihev a Rojhilata Navîn e, ji ber ku ew girêdayî mijarên navxweyî û derve yên pir hesas e.

Rojnameyê her wiha bal kişand ser helwestên navneteweyî yên li ser pirsgirêka Kurd. Rojnameyê diyar kir: "Tirkiye her hebûneke serbixwe ya Kurdan li Iraq an Sûriyeyê wek bingeha dewleteke Kurdan dibîne ku dikare hestên cudaxwaziyê di nava Tirkiyeyê de geş bike...”

Îran jî ditirse "ew ezmûna herêma Kurdistana Iraqê ber bi Îranê ve here û dixwaze Kurdistana Iraqê her qels bimîne.”

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekitiya Ewropayê û piraniya hêzên navneteweyî encamên referanduma serxwebûnê qebûl nekirin, bi hinceta parastina yekitiya Iraqê.

Li gorî rojnameyê; "çareseriya rastîn û demkî ew e ku modeleke federal an konfederal were pejirandin ku mafên çandî, siyasî û aborî yên berfireh bide Kurdên li Iraq, Sûriyeyê, Tirkiye û Îranê, bêyî ku yekitiya dewletên heyî têk bibe.”

‘ÎSRAÎL DIXWAZE DESTKEFTIYÊN LEŞKERÎ VEGUHERÎNE NORMALÎZASYONEKE BERFIREH’

Rojnameya El Ereb a Londonê li ser stratejiya nû ya Îsraîlê ya berferhkirina qada normalîzekirinê li herêmê nivîsî, piştî "serkeftinên leşkerî" yên Îsraîlê ku li Xeza, Lubnan û Sûriyeyê û li dijî Îranê bi dest xistine.

Rojnameyê li ser zimanê dîplomatên rojavayî diyar kir Îsraîlê "peymanek berfireh" pêşkêş kiriye û gotiye ew dikare operasyonên leşkerî li Xezyê rawestîne, lê beramberî ku dewletên Ereban ên mîna Sûriye, Lubnan û Erebistana Siûdî normalîzekirina bi Îsraîlê re bipejirînin.

Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku “Îsraîl dixwaze rewşa tengav a serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed El Şerî bi kar bîne û ber bi normalîzekirinê ve bibe”.

(k)