Wezîrê karên derve yê Îranê nameyek ji hempîşeyê xwe yê Iraqê re şand

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî têkildarî pêşketinên siyasî û ewlehî yên li herêmê, nameyek ji hempîşeyê xwe yê Iraqê Fuad Husên re şand.

Wezîrê karên derve yê Îranê nameyek ji hempîşeyê xwe yê Iraqê re şand
1 tîrmeh, 2025   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Husên nameyek nivîskî derbarê pêşketinên siyasî û ewlehî yên li herêmê ji hempîşeyê xwe yê Îranê Ebas Eraqçî wergirt.

Balyozê Îranê yê li Iraqê Mihemed Kazim El Sadiq duh bi Fuad Husên re hevdîtin kir û name radestî wî kir.

Di hevdîtinê de, her du aliyan têkiliyên dualî û mijarên girîng ên hevpar nîqaş kirin.

Çavkaniyên fermî yên her du aliyan hîn naveroka nameyê aşkera nekiriye.