Li Xezayê 6 kes hatin kuştin

Di êrişên îro yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 6 kes hatin kuştin û hin din birîndar bûn.

Li Xezayê 6 kes hatin kuştin
1 tîrmeh, 2025   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Filistînê, di encama êrişên Îsraîlê yên li ser bajarokê Zewayîda yê naverasta Xezayê de 6 kes hatin kuştin û hin din birîndar bûn.

Di êrişên duh ên li seranserî Xezayê de jî bi kêmanî 60 kes hatine kuştin.

Tê gotin ku rayedarên Îsraîlê ji bo dan û standinên nû yên agirbestê biçin Washingtonê.

Li gorî daneyên saziyên Filistînî, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 56 hezar û 531 kes hatin kuştin ku piraniya wan jin û zarok in. Her wiha 133 hezar û 642 kes jî birîndar bûn.

(bb)