Rojnameyên erebî: Sûriye bê projeyek siyasî ye û li Xezayê pirsgirêkên nû 

Salek di ser dema hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re derbas bû, di vê salê de valahiyek siyasî ya kûr û nebûna nêrîneke berfireh ji bo siboroja welêt aşkera bû. Li Xezayê nexşeya desthilatê tê xêzkirin û nîqaşa li ser pereyên Rûsyayê yên cemidandî berdewam dikin.

Rojnameyên erebî: Sûriye bê projeyek siyasî ye û li Xezayê pirsgirêkên nû 
9 kanûn, 2025   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro rewşa Sûriyeyê ya salek piştî desthilata veguhêz, helwestên Îsraîlê yên li ser qonaxa duyemîn a plana Donald Trump a ji bo Xezayê û nîqaqên der barê desteserkirina pereyên cemidandî yên Rûsyayê de nivîsî.

‘SÛRIYE BI KRÎZEKE SIYASÎ RE RÛ BI RÛ YE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd nivîsand ku Sûriye piştî salekê ji rêveberiya desthilata veguhêz, ji ber nebûna projeyek siyasî ya berfireh ji bo ji nû ve avakirina dewletê li ser bingehên nû, bi "krîzeke siyasî ya zelal" re rû bi rû ye.

Rojnameyê diyar kir ku desthilata heyî "hewl dide bêyî destnîşankirina nêrîneke ku rewatiya demdirêj saz dike, hebûne xwe xurt bike". Her wiha nivîsî ku dewlet "wekî amûreke îdarî û ewlehiyê tê birêvebirin, bêyî nêrîneke siyasî yan civakî.”

Rojnameyê hişyarî da ku eger rewşa heyî dewam bike, veguherîna siyasî dê tenê bibe "projeyeke sembolîk”. Rojnameyê daxwaza "peymaneke siyasî ya nû" kir ku li ser beşdariya siyasî ya rastîn û nêrîneke civakî û aborî be ku dewletê dike parêzvanê welatiyên xwe, ne parêzvanê desthilatê.

NÊRÎNA ÎSRAÎLÊ JI BO QONAXA DUYEMÎN A PLANA TRUMP

Rojnameya El Nehar der barê "yek ji daxuyaniyên herî zelal" ên serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya li ser qonaxa duyemîn a plana Trump a ji bo Xezayê de nivîsî.

Rojnameyê diyar kir ku daxuyaniyên serfermandarê Îsraîlê Eyal Zamir ku "xeta zer" di hundirê Xezayê de wek "xeta sînor a nû û xeta parastinê ya pêşîn" destnîşan dike, daxwaza Îsraîlê ya parastina kontrola li ser zêdetirî ji sedî 53’yê Xezayê nîşan dide. Ev jî berevajî plana Amerîkayê ye. Li gorî plana Amarîkayê hêzên Îsraîlê gav bi gav ber bi şerîdeke sînor a teng ve vedikişin.

‘GELO YEKITIYA EWROPAYÊ DÊ CESARET BIKE KU FONÊN RÛSYAYÊ DESTESER BIKE?

Rojnameya El Şerq El Ewset nivîsand ku mijara desteserkirina mal û milkên Rûsyayê yên cemidandî yên li Ewropayê bûye mijara nîqaşeke hiqûqî û siyasî ya aloz.

Rojnameyê diyar kir ku zagonên aborî yên navneteweyî desteserkirina mal û milkên biyanî qedexe dikin, ji bilî rewşên şerê rasterast di navbera du dewletan de ku ev yek ji bo têkiliya di navbera Rûsya û Yekitiya Ewropayê de derbas nabe.

Li gorî rojnameyê desteserkirina mal û milkan dikare bihêle Moskov tedbîrên bi heman şêweyî li dijî mal û milkên Ewropayê yên li ser axa xwe bigire û ev yek dê aloziyeke nû li rageşiya heyî ya di navbera her du aliyan de zêde bike.

(k)