Florîdayê Îxwan El Muslimîn û CAIR xistin ‘lîsteya rêxistinên terorîst’

Eyaleta Florîda ya DYA’yê, Îxwan El Musilmîn û CAIR wek rêxistinên terorîst destnîşan kirin.

Florîdayê Îxwan El Muslimîn û CAIR xistin ‘lîsteya rêxistinên terorîst’
9 kanûn, 2025   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Associated Press, waliyê eyaleta Florîdayê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Ron De Santis duh (8 Kanûn 2025) ragihand ku Îxwan El Muslimîn û Konseya Têkiliyên Amerîkî-Îslamî (CAIR) wek "rêxistinên terorîst ên biyanî" hatine destnîşankirin.

De Santis li ser X’ê ji saziyên eyaletê xwest ku rê li ber her du koman û kesên ku piştgiriya madî daye wan, bigirin.

Beriya mehekê Teksasê jî her du rêxistin xistibûn “lîsteya rêxistinên terorîst".

(b)