Rojnameyên erebî: Li Îranê zextên ji bo ‘hikumeteke şoreşgerî’

Rojnameyên erebî têkildarî serdana serokwezîrê Etiyopya ji bo Sûdanê, avakirina hikumeta nû li Îranê û civîna çaralî ya ji bo Xezayê de nivisîn.

Rojnameyên erebî: Li Îranê zextên ji bo ‘hikumeteke şoreşgerî’
10 tîrmeh 2024   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê rojeva Sûdanê de nûçeyek bi sernavê “Nîşaneyên serdana serokwezîrê Etiyopyayê Abbî Ehmed a Sûdanê" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku ji destpêka şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, ev serdana yekemîn a Ehmed e.

Her wiha rojnameyê agahiyên xwe ji çavkaniyên misirî wergirtin û da zanîn ku ji bo Qahîreyê agirbest, ewlehî û yekitiya Sûdanê gelekî girîng e û ji bo wê ferq nake kî navbeynkar e, ya girîng di aliyê siyasî de pêşketinek çêbe û bê fişar an jî destwerdanên derve şer raweste.

Meclisa Serdestiyê ya Demkî ya Sûdanê ragihand ku Abbî Ehmed serdana bajarê Portsûdan ê li Deryaya Sor kiriye û jê diyar dibe ku têkiliyên di navbera her du aliyan de gelekî xurt in.

Nivîsgeha serokwezîrê Etiyopyayê jî bi bîr xist ku serdana Ehmed pêvajoya dawîn e ku dilsoziya wî bi dîtina çareseriyan nîşan dide.

Artêşa Sûdanê heta niha hewldanên navbeynkariyê yên IGAD`ê red dike û wê bi piştgiriya Hêzên Piştgiriya Lezgîn tawanbar dike.

Li gorî rojnameyê dibe ku serdana Ehmed, rola siyasî ya Etiyopyayê di aloziyê de vejîne, ji ber ku ji îro ve heta 5 rojan dê kongreya hêzên sûdanî di bin çavdêriya IGAD`ê de li dar bixe.

Di serdanê de Abbî Ehmed bi fermandarê artêşa Sûdanê re aloziya Sûdanê, bandorên wê yên siyasî, ewlehî û mirovî li ser Etiyopyayê, nîqaş kirin.

JI BO AVAKIRINA ‘HIKUMETEKE ŞOREŞGERÎ’ YA ÎRANÊ FIŞAR HENE

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Îranê nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku qanûnsazên îranî li ser daxwaza pêşengê olî Elî Xamineyî fişarê li serokkomarê nû Masûd Pizîşkiyan dikin, ji bo ku hikumeteke "şoreşgerî" ava bike.

Rojnameyê da zanîn ku tê payîn Pizîşkiyan vê mehê yan jî serê meha bê sond bixwe û dest bi erka xwe bike û tenê 2 hefte li pêşiya wî hene ji bo ku hikumetê ava bike û ji aliyê parlamentoyê ve bê erêkirin.

Her wiha rojnameyê aşkera kir ku Pizîşkiyan bi sekreterê giştî yê Meclisa Ewlehiya Neteweyî Ali Akbar Ehmediyan û serokê dadgeriyê Xulam Hoseyîn Mohsenî Ejeî re civiya.

Rojnameyê cih da ankêteke ajansa ÎSNA’yê ya Îranê ku parlamenteran bang li serokkomarê nû kir ku xwe bispêre kesên alîkar û wezîrên ku ji gel re xizmetê bikin. Hinekan jî got ji bo guhertinê, ji bilî hevkariyê rê tune ye.

JI BO AGIRBESTA LI XEZAYÊ CIVÎNÊN ÇARALÎ

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî rojeva Filistînê nûçeyek weşand. Di nûçeyê de rojnameyê aşkera kir ku civîneke çaralî hatiye lidarxistin. Li kêleka rayedarên qeterî, şandeyeke Misirê bi serokatiya serokê îstixbarata Misirê Ebas Kamil, şandeyeke îsraîlî bi serokatiya serokê MOSSAD`ê David Barnea û şandeya amerîkî bi serokatiya gerînendeyê CIA’yê William Burns li Qeterê di civînê de hazir bûn.

Rojnameyê îşaret pê kir ku li paytexta Misirê Qahîreyê bi pêşengiya Amerîkayê 2 roj li dû hev civîn li dar ketine. Di wan civînan de Burns li nêrînên ku "hatin guhertin" yên Misirê yên têkildarî plana roja din a şer, rewşa mirovî û tevgera alîkariyan, rewşa leşkerî ya li eniya "Philadelphia", siberoja deriyê Refehê, mekanîzmaya xebitandina wê di dema bê de, guhdar kirin.

Li gorî rojnameyê şandeya îsraîlî di civînan de aşkera kiriye ku têkildarî deriyê sînor ê Refehê nikarê biryarê bide û divê li rêveberiya xwe vegere ruxmî ku Til Evîvê pêşniyareke misirî ya giştî der barê deriyê sînor û mekanîzmaya xebitandina wê de wergirtiye. Di heman demê de Qahîre pêşniyarên têkildarî hêsankirina tevgera çûn û hatinê ya filistiniyan bi rêya deriyê Kerem Ebû Salim ê Îsraîlê, red dike.

(şx)