HPG: Em soz didin ku li ser şopa hevrêyên xwe yên fedayî bimeşin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya Herekol Şiyar û Ekîn Amanos eşkere kir û got: “Hevrêyên me li Bakurê Kurdistanê li ser xeta fedayîtiyê li ber xwe dan û bersiva hemû êrîşên dijmin dan.”

HPG: Em soz didin ku li ser şopa hevrêyên xwe yên fedayî bimeşin
16 tîrmeh 2024   13:01
NAVENDA NÛÇEAYN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê nasnamaya Ekîn Amanos (Çinar Ahmed) û Herekol Şiyar (Taner Ogmen) ku di 13’ê Tîrmeha 2024’an de li Gabar şehîd bûne daxuyaniyêk nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

“li Eyaleta Gabarê û qadên Mawa, Hezex û Kerboran ên Gabarê bê navber operasyonên dijmin pêk hatin. Hevrêyên me yên li Eyaleta Gabarê ji xeynî bi hezaran leşker, cerdevan û kontrayan rû bi rûyê teknîka şer a artêşa Tirk a dagirker man. Ku dagirker vê teknîkê hem ji bejahî û hem jî hewayî bi kar tînin. Lê tevî van hemûyan jî hevrêyên me li Bakurê Kurdistanê li ser xeta fedayîtiyê li ber xwe dan û bersiva hemû êrîşên dijmin dan. Bi dehan êrîş û operasyonên dijmin vale derxistin. Dema li dijî dijmin şer kirin, dersên dîrokî dan dijmin û derbeyên giran lê xistin. Hevrêyên me Herekol û Ekîn bi hevrêyên me Şervan, Axîn û Bêrîtan re mil bi mil şer kirin, gelek caran derbeyên giran li dijmin xistin û dijmin têk birin. Hevrêyên me Herekol û Ekîn 13’ê Tîrmeha 2024’an di encama bombebarana giran a ku dijmin bi teknîka şer pêk tîne de, şehîd bûn. Şêwazê şehadetê yên hevrêyên me Herekol û Ekîn, car din nîşan daye ku artêşa Tirk a dagirker hemû jî were nikare li hemberî 2 gerîlayan şer bike, ji ber ku ewqasî tirsonek û bê îrade ye.

Hevrêyê me Herekol ku bi du birayên xwe re di nava refên gerîla de cih girtiye, hevrêyekî atîk, hîperaktîf, dilê wî bi hezkirina gel û welat tejî bû, dilozê şehîdan bû û kesekî bi wêrek bû. Hevrêyê me Herekol mîna lehiyên bicoş şoreşgerekî xurt bû, ku ti kesê nedikarî wî rawestîne. Li ku derê wezîfeyek yan jî êrîşek li dijî gelê me heba, hevrêyê me li wir bû. Bi îdeolojiya Apoyî hemû hucreyên kesayeta xwe rêxistin kir û gerîlayekî bêtirs bû ku mîna artêşekî dimeşiya. Hevrêyê me Herekol bahozeke şoreşê bû ku li gelek Herêmên Parastinê yên Medyayê, li qadên şoreşê û ya herî girîng jî li gelek eyaletên Bakurê Kurdistanê bi rengekî bênavber şer kir. Hevrêyê me Herekol ji roja tevlî bûyî, heta roja şehadeta xwe bi tiştên ku tevlî jiyana xwe ya şoreşgeriyê kirî re bû efsaneyekî gerîla. Ti astengiyê nedikarî hevrêyê me Herekol rawestîne, di şexsê meziyetên şoreşgeriyê yê kadroyê pêşeng ê Partiya me Kemal Pîr de gerîlatiya dema nû di kesayeta xwe de şênber kir û weke Fermandariya Eyaleta Gabarê berpirsyariyeke dîrokî girt ser xwe. Hevrêyê me Herekol tevî her cure zorî û zehmetiyê, ji bo vê berpirsyariya dîrokî bi layiqî bi cih bîne têkoşîneke bêhempa meşand. Hevrêyê me Herekol weke zarokê fedayî yê gelê me yê Geverê û fermandarekî pêşeng, derbasî dîroka têkoşîna me bû. Fermandarên fedayî û pêşeng ên mîna Berçem Cîlo, Rizgar Gever, Welat Herinkî, Gever Erdem, Egîd Civyan, Welat Genç, Alî Kanîroj, Şahîn Gever, Têkoşer Gever, Rojbîn Dersîm, Çavrê Kamuran ve Bager Gever ji nava gelê me yê Geverê derketin. Gelê me yê Geverê hevrêyê me Herekol Şiyar ê şehîd bûyî, jî pêşwazî kir û hembêz kir. Gelê me yê Geverê yê welatparêz tevkariyê mezin li Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kirye û weke paytexta serhildanan tê zanîn, ti carî serî li ber dijmin netewandiye, bi hezaran zarokên xwe tevlî vê dozê kiriye û wê bi heman rengî xwedî li hevrêyê me Herekol Şiyar jî derbikeve. Ciwanên serhildêr û bi wêrek ên Geverê, wê li pey şopa fermandar Herekol Şiyar bimeşin, çeka wî li erdê nehêlin û têkoşîna wî bi serketinê tacîdar bikin.

Hevrêya me Ekîn Amanos ji bo bibe hêviya azadiyê ya gelê me û hemû jinan, afirînera siberoja azad û şervaneke mezin, tevlî têkoşînê bû. Bi hezkirineke mezin têkoşîn kir. Weke gerîlayeke fedayî ya ku dilsozê azadiyê ye, her zehmetî derbas kirin. Li ser bingehê pîvanên PKK û PAJK’ê xwe jinûve afirand. Di gerîlatiya YJA Starê de bû pispor, derbasî Bakurê Kurdistanê bû û têkoşîna xwe mezin kir. Hevrêya me Ekîn di jiyan û şer de meşeke li ser bingehê pîvanên fedayîtiyê ji xwe re esas girt, bi lehengî têkoşiya û şehîd bû.

Di serî de malbatên welatparêz û hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em ji gelê welatparêz ê Gever û Qamişlo û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku li ser şopa hevrêyên xwe yên fedayî û Apoyî bimeşin, armancên wan bi ser bixînin û bîranînên wan timî bidin jiyîn.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ye:

Nasnav: Herekol Şiyar

Nav û Paşnav: Taner Ogmen

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik – Bav: Zubeyde – Abdûrrahman

Cih û Dîroka Şehadetê: 13’ê Tîrmeha 2024’an / Gabar

Nasnav: Ekîn Amanos

Nav û Paşnav: Çinar Ahmed

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Navê Dayik – Bav: Salîha – Seîd

Cih û Dîroka Şehadetê: 13’ê Tîrmeha 2024’an / Gabar

HEREKOL ŞIYAR

Hevrêyê me Herekol li Geverê ku yek ji bajarên berxwedanê yê Kurdistanê ye, di nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên Kurdîtiyê de hate dinê. Malbata wî tevî hemû êrîşên dijmin û rêbazên şerê taybet, bi israr nirxên civakî yên exlaqî û polîtîk diparêze. Bi saya vê yekê hevrêyên me Herekol jî girêdayî cewherê xwe mezin dibe. Hevrêyê me beşekî mezin ê zarokatiya xwe li Geverê derbas dike û kesayeta wî li vir pijiya. Hevrêyê me girêdayî nirxên civaka me mezin bû û xwedî li çanda welatparêziyê derket. Têkoşîna me ya azadiyê li Geverê nas kir. Li herêmeke welê dijî ku gerîla lê bandor e û li dijî dijmin çalakiyên girîng pêk tîne. Lewma li hemberî gerîla sempatiyeke mezin hîs dike. Di heman demê de rastiya dijmin jî destpêkê li Geverê nas kir. Hevrêyê me destpêkê dijmin bi komkujî, zext û êşkenceyên li ser gelê me, nas kir û piştre dema ku neçar ma biçe dibistana dewletê, li wir jî hîn baştir nas kir. Hevrêyê me fêm kir ku dijmin dixwaze gelê me qir bike û ji bo vê yekê jî êrîşên dijwar û piralî pêk tîne. Ji zarokatiya xwe ve li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Ji ber ku malbata hevrêyê me Herekol welatparêz e, bê navber rû bi rûyê zextên dijmin dimîne. Ji ber vê yekê malbat neçar ma koçî Stenbolê bike. Hevrêyê me ji temenê xwe yê 9 salî û şûnde neçar ma ku ji Kurdistanê dûr bijî; pir xerîbiya welatê me û xaka ku li ser ji dayik bûyî, mezin bûyî, nasname û kesayeta xwe lê bi dest xistî, kir. Hevrêyê me li metropola Tirkiyeyê ferq kir ku bi rengekê mirovane jiyan kirin, zehmet e. Ji bo cewherê xwe biparêze ket nava hewldanê. Hevrêyê me dizanî ku çiqasê dikare nirxên ku wî afirandine biparêze, wê ewqasî jî bikare nasnameya xwe biparêze. Li Stenbolê tolhildana vê yekê nedît, lewma biryar da vegere Geverê. Hevrêyê me ku êdî şoreşgerekî ciwan e, piştî vegerî Geverê tevî hemû berxwedêriya gelê me jî dît ku bandorên sîstema kapîtalîst li Geverê tên serwerkirin. Hevrêyê me şahidî kir ku dewleta Tirk a qirker û mêtinger dixwaze li Geverê bi rêbazên şerê taybet gelê me ji têkoşînê û cewherê wê qut bike. Êdî fêm kir ku di nava sîstemê de jiyan kirin, ne pêkan e. Ji ber ku ji malbata wî û derdora wî ya nêz tevlîbûn di nava refên gerîla de hene, bi pêşengiya partiya me PKK’ê têkoşîna azadiyê ya gelê me her roj mezintir dibe û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo derfetê jiyaneke nû pêşkêş dike, hevrêyên me biryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di sala 2010’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên têkoşînê dibe.

Piştî gihişt çiyayên Kurdistanê, bi perwerdeyên ku dîtî re bi destpêkeke xurt dest bi jiyana gerîla kir. Hevrêyê me zanî ku jiyana sîstemê û jiyana gerîla dijberî hevdû ne. Hingî ku jiyana azad nas kir, hîn zêdetir wate da û ji kûrahî hîs kir. Hevrêyê me Herekol fêm dikir ku di nava jiyana sîstemê de maddiyat, ezezîtî û têkîliyên ji bo berwendiyan hene û dît ku jiyana gerîla jî hîn zêdetir li ser bingehê manewiyat, komunalîzm û têkîliyên ne li ser esasê berjewendiyên şexsî, li ser esasê têkîliyên hevrêtiya pîroz e. Lewma hevrêyê me bi eşq û coşeke mezin tevlî nava jiyanê bû û di nava demeke kurt de bû gerîlayekî pispor. Hevrêyê me Herekol anî ziman ku tevlîbûna nava refên gerîla, divê ne tenê bi fîzîkî be û diyar kir ku divê teqez weke îdelojîk jî zelalbûn çêbibe. Hevrêyê me digot ku jiyana gerîla derfetê dide ku mirov li cewherê xwe vegere û azad bibe. Di her nefesa ku standî de, azadî hîs kir. Lewma hevrêyê me esas girt ku di her kêliyê de xwe perwerde bike. Bi kûrahiya wateyê li ser rêya milîtaniya Apoyî mesafeyeke girîng derbas kir.

Di pêvajoya Pêngava me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî ya ku îfadeya Dema Têkoşîna Stratejiya 4’emîn e de, tevlî nava refên gerîla dibe. Di vê pêvajoyê de gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker pêngav li ser pêngavê pêk tîne. Evane hemû dibin sedem ku hevrêyê me Herekol li hemberî taktîka şerê gerîla, bibe xwedî eleqeyeke mezin. Hevrêyê me li ser vî bingehî xwe perwerde kir û xwest ku demildest biçe qadên ku bikare li wir derbeyên giran li dijmin bixe. Hevrêyê me demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ma û di vê pêvajoyê de bi tevlîbûna xwe ya aktîf, hevrêtiya xwe ya xurt û kesayeta xwe ya dirûst rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Ji ber vê sekna xwe ya milîtanî ya di jiyanê de û pêşniyarên bi israr ên ji bo Bakurê Kurdistanê kirine, çû warê pîroz ê gerîla Botanê. Hevrêyê me Herekol di ferqa girîngiya Botanê ya ji bo têkoşîna me ya azadiyê de bû û di ferqa wezîfeya xwe ya dîrokî de jî bû. Hevrêyê me di pêvajoyeke ku li dijî gelê me êrîşên qirkirinê tên meşandin de, li Botanê têkoşîn weke şansekî nirxand û li ser vî bingehî bû xwedî tevlîbûneke aktîf û encamgir. Hevrêyê me di nava demeke zû de bi Botanê re bû yek û sekneke gerîlatiyê ya pispor raber kir.

Hevrêyê me Herekol di pêvajoyeke ku çeteyan êrîşî gelê me kir de, çû alîkariya gelê me û di têkoşîna fedayiyane ya li dijî çeteyan de, cih girt. Li vir bi gelek hevrêyên xwe yên hêja re mil bi mil şer meşand. Di vê pêvajoya şerê dijwar de, du caran birîndar dibe û tevî vê yekê carekî jî xwe ji têkoşînê neda paş. Di şerê li dijî çeteyan de rolê xwe lîst û berpirsyariyên ketine ser milê xwe, bi cih anî. Hevrêyê me Herekol piştre car din vegerî Bakurê Kurdistanê û tevlî Berxwedana Xweseriyê bû. Hevrêyê me demekê li Amedê ma û piştre ji bo wezîfeyekê çû Stenbolê. Hevrêyê me li wir dîl tê girtin û 7 mehan li zindanê dimîne. Hevrêyê me li vir jî sekna xwe ya milîtaniyê parast û piştî ji zindanê derketî vegerî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ji bo ku muhasebeya xebatên pratîka xwe ya 5 salan bike û dersên pêwîst derxîne, perwerdeya îdeolojîk dît. Hevrêyê me Herekol bi vê pêvajoya perwerdeyê re lêhêrbûneke girîng kir. Hevrêyê me derfet dît ku xwe di felsefeya Rêbertî de kûr bike û di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de bibe pispor. Di kesayeta xwe de derketineke girîng pêk anî. Di heman demê de hevrêyê me di taktîkên gerîla yên dema nû de, kûrbûneke girîng jiyan kir. Ji bo wezîfeyên xwe yên demê bi cih bîne, xwe di her warî de amade hîs kir. Li ser vî bingehî hevrêyê me li gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîn meşand, bû milîtanekî fedayî yê Apoyî û pêşengî ji berxwedana dîrokî re kir.

Ji malbata welatparêz a hevrêyên me Herekol tevlîbûn hene. Hem birayekî wî yê mezin tevlî bûye û hem jî birayekî wî yê din piştî wî tevlî nava refên gerîla bûye. Ev yek bûn sedem ku hevrêyê me xwesteka xwe ya têkoşînê hîn mezintir bike. Hevrêyê me Herekol û du birayên wî, sê milîtanên Apoyî ji bo serxistina doza azadiyê ya gelê me, hemû jiyana xwe û canê xwe feda kirin. Biratiya xwe veguherandin têkîliyên hevrêtiyê yên pîroz û mil bi mil şer kirin. Zarokên malbata me ya welatparêz a Geverê, bûn mînaka herî şênber a fedekariyên gelê me ya ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê.

Hevrêyê me Herekol di berxwedana li dijî dewleta Tirk a qirker û mêtinger de, tecrubeyeke şer a girîng bi dest xist. Bawer kir ku divê têkoşîna li Bakurê Kurdistanê hîn bêhtir were mezinkirin. Hevrêyê me fikirî ku divê şer ji Kurdistanê bigihije metropolên Tirkiyeyê jî û li ser vê bingehê ket nava pêvajoyeke lêhêrbûnê ya girîng, fikrên xwe bi hevrêyên xwe û rêxistina me re parve kir. Li ser vî bingehî hevrêyê me car din berê xwe da Bakurê Kurdistanê û derbasî Gabarê bû ku warê fermandarên me yên efsanewî Egîd, Adil, Gulbahar, Gelhat, Bedran, Ferhat, Emgihan, Mahir, Bîrhat, Çekdar, Diljîn û Hilalan e. Hevrêyê me Herekol di serdemeke dîrokî ya doza gelê me ya azadiyê de weke Endamê Fermandariya Eyaleta Gabarê erka xwe girt ser milên xwe. Hevrêyê me dizanîbû ku têkoşîna li Bakurê Kurdistanê fedakariyeke mezin dixwaze û ji bo ku gelê me jiyaneke birûmet bi dest bixe û ji bo dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwe ji tu fedakariyan neda paş. Hevrêyê me Herekol dixwest bibe peyrewê xeta fedaî ya Apoyî ya li Bakur ku di salên dawî de bi Şehîd Sara Goyî û Şehîd Rûken re dest pê kir û bi Şehîd Erdal û Şehîd Rojhat re xwe gihand lûtkeyên herî bilind û dixwest ji qirkirinên ku bi destê dewleta Tirk a dagirker dihat kirin, hesabê biprse û ev biryardariya xwe heya nefesa xwe ya dawî domand.

Hevrêyê me Herekol di 13’yê Tîrmeha 2024’an de li Qada Kerboran a Gabarê di encama êrîşên dijmin ên dijwar de tevlî karwanê şehîdan dibe. Hevrêyê me Herekol bi pratîkên xwe careke din îspat kir ku mîlîtanên Apoyî yên li ser xeta serkeftinê li ber xwe didin, li hemberî dijmin tu carî serî natewînin û wê bi lehengî şer bikin û bû sembola têkneçûna gerîlayên azadiyê. Hevrêyê me Herekol bi biryardariya xwe ya di fermandariya serkeftinê de, bi hevrêtiya xwe ya bihêz û jidil û bi dilsoziya xwe ya qewîm bû mîlîtanekî pêşeng. Wê tim di nava têkoşîna me de zindî bimîne û bîranînên wî ji me rênîşanderiyê bikin.’’

EKÎN AMANOS

Hevrêya me Ekîn di nava malbateke ku bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk dibe. Hevrêya me Ekîn di nava malbateke girêdayî nirzên welatparêziyê mezin dibe û ji ber vê yek jî hê di zarokatiya xwe de têkoşîna me nas dike. Hevrêya me bi çîrokên lehengiyê yên gerîlayan mezin dibe û hê di zarokatiya xwe de gerîlayan weke lehengên xwe diyar dike û dike xeyala xwe ku gava mezin bibe, tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêya me dizanîbû ku malbata wê ji ber zextên dewleta Tirk a qirker ji Bakurê Kurdistanê koç kiriye û ji qalkirinên malbata xwe rastiya dijmin nas dike. Hevrêya ji sekna jiyanê û têkiliyên hevrêtiyê ya mîlîtanên Apoyî gelekî bi bandor dibe û bi dil can guhdariya çîrokên çiya û gerîlayan dike. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku hevrêya me hema bibêje li gel gerîlayan jiya û ma li benda roja ku tevlî refên gerîla bibe. Hevrêya me 12 salan li dibistanên rejîmê dixwîne û tevî hemû polîtkayên bişaftin û qirkirinê jî karî nasname, çand û nirxên hebûna xwe biparêze. Hevrêya me digihîje asteke hişmendiyê ya diyar û di serî de Rojava hemû geşedanên li Kurdistanê ji nêz ve dişopîne. Her wiha haya hevrêya me ji zehmetiyênku jin di nava civakê de rû bi rû dimînin jî çêdibe û bi xwendina analîzên Rêber Apo dest lêgerîna têkbirina qalibên ku ji aliyê civakê ve li jinan hatî barkirin, dike. Hevrêya dizanîbû ku bes bi tevlîbûna refên têkoşînê wê bigihîje armanca xwe û bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re demeke ku wê biçûna zanîngehê, dev ji dibistanê berdide û cihê xwe yê di nava refên şoreşê de digire. Hevrêya me pêvajoya şoreşê di rêya mîlîtanbûnê de weke derfetekê dibîne û bi vê yekê derfeta pêkanîna xeyala xwe ya zarokatiyê jî bi dest dixe. Hevrêya me demekê li Rojava di nava refên şoreşê de dimîne û di mewziyên têkoşînê yên li dijî êrîşên çeteyan yên li ser destkeftiyên gelê me de cihê xwe digire. Hevrêya me li Serêkaniyê li dijî çeteyên El Nusrayê û li Til Hemisê jî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe dide û bi vê yekê tecrûbeyeke mezin ya şerî bi dest dixe. Berê rûyê hevrêya me tim li çiyayên azad ên Kurdistanê bû û ji bo ku di demeke kurt de xwe bigihîne çiyayan kete di nava hewldanên kûr de. Tevî pêşniyarên hevrêyên hevrêya me Ekînê ku hevrêyên wê pêşniyar dikirin ku di nava xebatên şoreşê de cihê xwe bigire jî hevrêya bi xwestek û kelecaneke mezin xwe gihand çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Ekîn ji ber ku beriya wê li çiyayan nemabû di destpêkê de li rastî hin zehmetiyan tê lê belê bi alîkariya hevrêyên xwe di demeke kurt de xwe ji wan zehmetiyan xilas dike. Hevrêya me destnîşan dikir ku bi saya kesayeta xwe bibiryar li pêşiya xwe tu astengiyan nas nake û bi perwerdeyên ku digire di demeke kurt de karî bibe gerîlayeke YJA Starê ya xwedî tecrûbe. Hevrêya me ya xwedî tecrûbeyên şerî yên di asteke diyar de xwest xwe di warê îdeolojîk de zêdetir perwerde bike û pêş bixe. Hevrêya me dizanîbû ku mîlatanbûna Apoyî ya jin xwe bi kûrkirina li ser felsefeya Rêber Apo pêkan e û girêdayî vê yekê tim di nava hewldanan de bû. Her wiha hevrêya me Ekîn dizanîbû ku diviya xwe bi hemû hebûna xwe fedaî şoreşê bike û dizanîbû ku ev yek bi tevlîbûneke girêdayî xeta fedaîtiyê pêkan e. Hevrêya me di vê çarçoveyê de di nava perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk de cihê xwe digire û bi nîşandana mînakeke mezin a fedaîtiyê xwe pêş xist. Hevrêya me dizanîbû ku bi taybet diviya rêgezên azadiya jinan di kesayeta xwe de temsîl bike û bi vê yekê her roj kûrbûnên xwe zêdetir kirin. Hevrêya me îfade dikir ku jiyana li gel Rêber Apo di hemû kêliyan de bi hîskirîna Rêber Apo û fêmkirina rêgezên azadiya jinan ên Rêber Apo pêkan e û hemû hewlanên wê di vê çarçoveyê de bûn. Hevrêya me Ekîn di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de dixwest xwe pêş bixe û bi saya baweriya xwe ya ji serkeftinê re tim hewl da ku pêngavên mezintir biavêje. Ji ber vê yekê di hemû kêliyên jiyana xwe de bû xwedî tevlîbûneke aktîf. Bi perwerdeya standî û bi kûrbûnên xwe ji xwe re kir armanc ku bibe mîlîtaneke fedaî û dizanîbû ku ev yek bi fêmkirina felseya Apoyî pêkan e. Girêdayî van yekan bû xwedî tevlîbûneke bikelecan, bicoş û bêdudilî. Bi vî awayê tevlîbûna xwe ji hevrêyên xwe re bû mîlîtaneke mînak û di dilê hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî girîng. Hevrêya me Ekîn bi wateya di nêrînên xwe de hemû hevrêyên xwe ji kûrahî hîs kir û ji ber vê taybetmendiya xwe ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin.

Hevrêya me li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medayayê gerîlatî kir û bandora azadkirina çiyayan ku di zarokatiya wê de mezintirîn xeyala wê bû, têr û tije jiya. Hevrêya me ya ku ji ber vê yekê nedixwest tu carî têkiliya wê ya bi çiyayan re qut bibe, bi çiyayan re yekbûneke bi temamî bi dest xist. Tim di bîra hevrêya me de bû ku çiya rasttirîn dostên gelê Kurd e û tim li hemberî êrîşên li ser van qadên azad şer kir û li ber xwe da. Mana cihên ku dijmin êrîşê lêdike ji xwe re weke erka mîlîtaniyê pejirand û girêdayî vê yekê li gelek qadan li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe da û erkên xwe yên mîlîtaniyê bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Hevrêya me Ekîn jiyan û xeta şerî ya Şehîd Sara Goyî û Şehîd Rûkenê ku wan di sala 2022’yan de li Mêrsînê bi çalakiyeke fedaî derbeke giran li dijmin xistibû, ji xwe re weke armanc pejirand û ji bo pêkanîna vê armanca xwe bi biryardariyeke mezin kar kir. Hevrêya me di hemû xebatan de serkeftina mutleq ji xwe re kir armanc û girêdayî vê yekê xwe ji tu fedakariyan dûr nexist. Hevrêya me dizanîbû ku armanca wê di heman demê de armanca hemû hevrêyên wê yên şehîd e û tim li gel vê rastiyê jiya û bi eşq û biryardariyeke mezin tevlî jiyanê bû.

Hevrêya me Ekîn mezintirîn xeyala xwe weke derbasbûna Bakurê Kurdistanê û li wir têkoşîna li dijî dewleta Tirk a qirker û holhilanîna gelê me diyar kiribû û di vê çarçoveyê de bi biryardariyeke mezin berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevrêya me weke mîlîtaneke fedaî ya jin a Apoyî erk û berpirsiyariyên xwe yên serdemî dizanî û serkeftin ji xwe re weke tekane armanc diyar kir. Her wiha hevrêya me dizanîbû ku bicihanîna berpirsiyariyan bi tevlîbûneke tam pêkan e û di hemû pratîkên xwe yên li Bakurê Kurdistanê de tu carî ji vê yekê tawîz neda. Hevrêya me Ekîn di encama êrîşa dijmin ya 13’yê Tîrmeha 2024’an de li gel hevrêyê xwe Herekol tevlî karwanê şehîdan dibe û meşa xwe ya 12 salan ya di rêya şoreşê de ya girêdayî xeta fedaîtiyê gihand astên herî bilind. Em jî weke hevrêyên wê soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêya xwe Ekîn di dilê xwe de tim zindî bigirin û teqez xeyalên wê pêk bînin.’’