Parêzer ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bibînin, serlêdan kirin.

Parêzer ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
16 tîrmeh 2024   12:29
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Suzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ji bo hevdîtinê bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 40 meh in tu agahî jê nayên girtin re pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.