HPG: Şoreş Zêwkî di encama xiyanetê de şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku Şoreş Zêwkî li Serhedê di encama xiyanetê de şehîd bûye û got, "Hevrêyê me Şoreş bi hezkirina ji gel û welatê xwe, bi dilsoziya bi armanc û hevrêtiya xwe, bi wêrekî û şoreşgeriya xwe ya mînak wê timî bibe rêber ji hevrêyên xwe re."

HPG: Şoreş Zêwkî di encama xiyanetê de şehîd bû
10 tîrmeh 2024   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyşkî nivîskî da û got: "Ewladê serbilind ê xelkê me yên Botanê yê welatparêz, milîtanê fedaî yê Apoyî yê partiya me hevrêyê me Şoreş Zêwkî di 11'ê Mijdara 2023'an de li Serhedê di encama xiyaneta kesekî de şehîd bû. Hesê ku bû sedema şehadeta hevrêyê me Şoreş hate girtin, hesab jê hate pirsîn û tol hate hilanîn.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

Hevrêyê me Şoreş ji bo doza azadiyê ya welatê me û gelê me bû şoreşger, di vê rêyê de bêteredût meşiya û bû milîtanê vê vêyê. Ewladekî leheng ê Kurd bû ku ji karên ciwanên şoreşger ên welatparêz heta bi serhildanan û ji wir jî heta çiyayên Kurdistanê têkoşîna xwe dewam kir. Hevrêyê me Şoreş ku eşqa xwe ya azadiyê li çiyayan neqişand, da pey xeyalên xwe, hunera milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de bi cih kir û bû milîtanekî cihê hurmetê. Bi kedkarî û fedakariya xwe xwe hewl da. Bi wêrekiya xwe ya bilind di serî de Bakurê Kurdistanê li kîjan deverê pêwîstî bi pêwîstiyên şoreşa me hebû li wê derê bû û serxistina wezîfeyên xwe ji xwe re kir esas. Ji bo serxistina doza azadiyê ya gelê me bi gavên ji xwe bawer meşiya. Di encama xiyaneta kesekî de şehîd bû. Hevrêyê me Şoreş bi hezkirina ji gel û welatê xwe, bi dilsoziya bi armanc û hevrêtiya xwe, bi wêrekî û şoreşgeriya xwe ya mînak wê timî bibe rêber ji hevrêyên xwe re.

Em soz didin ku armancên hevrêyê xwe Şoreş bi ser bixînin. Di serî de malbata wî ya hêja em sersaxiyê ji eşîra Zêwkî ya welaparêz û ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Şoreş Zêwkî bi vî rengî ne:

Nasnav: Şoreş Zêwkî

Nav paşnav: Sercan Erkol

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Qumrî-Hesin

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Mijdara 2023 / Serhed

Hevrêyê me Şoreş li nava malbateke welatparêz a baskê Zêwkî yê Ertûşiyan ji dayik bû ku yek ji eşîrên herî qedîm ê Kurdistanê ye. Ji ber ku dewleta Tirk a mêtinger gundê wan şewitand, tevî malbata xwe koçî Wanê kir û li vir mezin bû. Ji ber hişmendiya xurt a Kurdîtiyê ya li nava malbat û derdora wî, her wiha dilsoziya bi têkoşîna azadiyê re, hevrêyê me Şoreş hîn biçûkanî partiya me PKK nas kir. Li dijî dijminê ku tevî malbat, xizmên wî bi milyonan mirovên me koçber kir, bi hezaran mirovên me yên welatparêz qetil kir, ji têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên bi fedaîtî şer dikin bi bandor bû. Hevrêyê me Şoreş gerîla weke rizgarker dît, armanca xwe ya herî mezin jî tevlîbûna li nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Şoreş zarokatiya xwe bi dilsoziya bi vê armanca xwe derbas kir, lewma her çend li dibistanên mêtingeriyê demekê xwend jî têgihişt ku ev dibistan bi kêrî wî nayên. Hevrêyê me zanîbû ku dewleta Tirk a qirker bi rêya van dibistanan zarokên Kurd ji cewhera wan dûr dixîne, lewma jî hêrsa xwe ya li hemberî dijmin hîn mezin kir. Piştî demekê dibistan terikand û ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike dest bi kar kir. Hevrêyê me Şoreş hîn bû ku bi keda xwe li ser piyan bimîne, di tevahiya jiyana xwe de ev sekna xwe parast. Di demên ciwantiyê de dest bi karên ciwanan ên welatparêz ên şoreşger kir, di vê demê de firsend dît ku rastiya partiya me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Di vê demê de derfet bi dest xist ku ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bibe, di heman demê de bi kûrahî fêhm kir ku ciwan hêza pêşeng û parastinê ya civakê ne. Lewma jî ji bo nehêle ku dijmin bi rêbazên şerê taybet civaka me dejenere bike û ji cewhera xwe dûr bixîne kete nava hewldanan. Bi karakterê xwe yê şoreşgerî li derdora xwe û di nava hevrêyên xwe de bû mînak, her tim hewl da hêjayî vê yekê be. Di sala 2007'an de piştî ku xwişka wî ya mezin hevrêya me Bêrîtan - Mercan Erkol tevlî nava refên gerîla bû, biryar da ku karên xwe hîn mezin bike û bû şoreşgerekî profesyonel. Hevrêyê me Şoreş êdî xwe bi temamî da têkoşîna azadiyê ya gelê me, piştî vê demê beşdarî gelek karî bû, wezîfeyên demê bi cih anî. Di demekê de ku sîstema kapîtalîst bi xefik û lîstikan hewl dida wî teslîm werbigire, ew bi xeyalên xwe yên zarokatiyê re dilsoz ma, weke helwesta herî mezin a şoreşgerî ev yek di kesayetiya xwe de temsîl kir û li ser vê bingehê sala 2013'an beşdarî nava refên gerîla bû. Bi vî rengî hem armanca xwe ya zarokatiyê bi cih anî hem jî bersiva herî bi wate da komkujî û zextên delweta Tirk a qirker ên li ser gelê me.

Hevrêyê me ji Wanê tevlî nava refên gerîla bû, li vê derê ma, tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê wergirt. Ji hevrêyên xwe yên bi tecrûbe yên li qadê di demeke kurt de perwerdeya jiyanî û gerîlatiyê ya bingehîn wergirt, bi tevlîbûna xwe ya bi xwest û asta xwe ya kûrbûnê bû gerîlayekî şareza. Nêzî salekê li herêma Wanê têkoşiya, piştre ji bo wergirtina perwerdeyeke berfireh derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî yên vê derê xwe hîn bêhtir bi pêş ve bir, bi taybetî fêhm kir ku gerîlatî ji bo gelê me jiyanî ye. Hevrêyê me têgihişt ku gerîla ne tenê hêza parastinê ye, di heman demê de pêşeng û hucreya esasî ya civaka polîtîk, exlaqî û demokratîk e, gihîşt wê biryardariyê ku kûrbûnên xwe hîn xurt bike. Piştî pêvajoya perwerdeyê demekê bi perwerdeya hevrêyên nû re eleqedar bû, ev pêvajo hem di asta hînkirinê hem jî di asta hînbûnê de derbas kir. Hevrêyê me ku êdî gerîlayekî şareza û xwedî tecrûbe bû, israr kir ku careke din li Bakurê Kurdistanê têbikoşe. Li ser vê bingehê hevrêyê me derbasî herêma Katoyê bû, piştî ku demeke kurt li vê derê ma, di êrişeke dijmin de bi giranî birîndar bû. Hevrêyê me ku tedawî bû, ev pêvajo bi kûrbûneek xurt û derswergirtina ji karên pratîkî derbas kir. Xwişka wî ya mezin hevrêya me Bêrîtan - Mercan Erkol di sala 2017'an de li Amedê û pismamê wî Arnos - Abdulla Erkol jî li Sîdekanê şehîd bûn, ku vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Şoreş kir. Şehadet ji xwe re kir hinceta têkoşîneke hîn mezin. Hevrêyê me zanîbû ku tenê bi vî rengî dikare hêjayî rastiya şehadetê bibe û ji bo karibe di taktîkên gerîla yên demê de xwe bi pêş ve bibe û astên leşkerî û îdeolojîk ên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk di kesayetiya xwe de bi cih bike di asta akademîk de tevlî perwerdeyan bû.

Piştî ku ev perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand, berê xwe da Bakurê Kurdistanê û misogerkirina azadiay fîzîkî ya Rêber Apo weke armanca xwe ya bingehîn diyar kir. Hevrêyê me Şoreş ku di vê pêvajoya dîrokî ya gelê me de haya xwe ji konsepta tasfiyekirinê ya dijmin a li ser gelê me hebû, xwe bi temamî da têkoşînê û bawer kir ku bi vî rengî dikare bersivê bide vê pêvajoyê. Li ser vê bingehê li herêma Serhedê têkoşîneke çalak, têr û tijî derbask ir. Bi sekna xwe ya zelal a di pîvanên milîtaniya Apoyî de, bi hevrêtiya xwe ya dilnizm û kesayetiya xwe ya kedkar bû gerîlayekî azadiyê ku ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Şoreş di 11'ê Mijdara 2023'an de şehîd bû. Em soz didin ku li Kurdistaneke azad hesret, bîranîn û armancên wî dewam bikin."