Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreke dizan girt

 Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo toreke ku zêr û pere ji maleke bajêr dizîne, girt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreke dizan girt
16 tîrmeh 2024   17:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçeyek têkildarî hevdîtina bi endama rêveber a Nivîsgeha Têkoşîna Sûca Birêxistinkirî ya der barê girtina toreke dizan li Qamişlo û lixwemikurhatin dizan de belav kir.

Di nûçeyê de navendê diyar kir ku torê zêr û pere ji maleke Qamişloyê dizîne, piştî şopandin û lêkolînê ew hat girtin.

(fr)