Xebatên gihandina avê ji bo taxên Hesekê didomin

7 taxên bajarê Hesekê rojane ji 4 heta 5 saetan sûdê ji ava çemê Firatê digirin. Xebatên gihandina avê ji bo 3 taxên din jî dewam dikin.

Xebatên gihandina avê ji bo taxên Hesekê didomin
Xebatên gihandina avê ji bo taxên Hesekê didomin
Xebatên gihandina avê ji bo taxên Hesekê didomin
Xebatên gihandina avê ji bo taxên Hesekê didomin
Xebatên gihandina avê ji bo taxên Hesekê didomin
Xebatên gihandina avê ji bo taxên Hesekê didomin
16 tîrmeh 2024   07:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Piştî ku kanala avê ya Xebûrê ya li kantona Dêrazorê hat sererastkirin, di 7’ê Tîrmehê de ava çemê Firatê bi rêya kanalê de gihaşt stasyona avê ya Ezîziyê ya li bajarê Hesekê.

Ekîpên stasyona Ezîziyê beriya ku ava Firatê bidin taxan, avê diparzinin da ku ji bo vexwarinê jî were bikaranîn. Lê ji ber binpêkirinên domdar ên li ser xetên avê û qutbûna ceyranê hin caran ava Firatê li ser stasyonê qut dibe.

Ji rêveberên stasyona Ezîziyê Mehmûd Kenhûş der barê xebatên stasyonê û rêbazên belavkirina avê de ji ANHA’yê re axivî.

Mehmûd Kenhûş diyar kir ku berdana avê hîna di tecrubeyê de ye û got: "Me destpêka vê mehê dest bi sererastkirina pirsgirêkan kir, me binpêkirinên li ser xeta avê kifş kirin û me sererast kirin. Di 2 rojên pêşîn de me 4 saetan wekî test av da taxa Xiwêran. Piştre em av da taxên Ezîziye û Telayî.”

Têkildarî miqdara ava ji çemê Firatê tê jî Kenhûş diyar kir ku piştî rakirina binpêkirinan miqdara avê li gorî salên borî baştir e û wiha domand: “Rojane di navbera 6-7 hezar metrekab av ji çemê Firatê tê. Hinek astengiyên mezin li pêşiya me derdikevin. Ji ber pirsgirêkên ceyranê av di saetên sibehê de qut dibe. Dirêjahiya xeta avê ji çemê Firat heta stasyonê 160 kîlometre ye, rojane xeta avê tê binpêkirin. Hinek kes avê bê ser û ber ji xetê dikişînin. Ji bo ev astengî bi dawî bibe xebateke xurt ji hêzên Asayîşê û ekîpên me yên çavdêr tê xwestin.”

Li gorî bernameya berdana avê ya ceribandinê, taxên Xiwêran, Zihûr, Ezîziye, Talayî, Salihiyê, Miftî û beşek ji taxa Xişman sûdê ji ava Firatê digirin. Her du rojan av ji 4-5 saetan ji bo her taxekê tê dayîn. Hewldan hene ku saetên dayînê avê bibin 7.

Kenhûş diyar kir ku pêwîstiya depoyên safîkirina avê heye. Rêveberê Stasyona Ezîziyê diyar kir ku hewl didin depoyên taxên bajar bi hev ve girê bidin da ku avê bigihînin taxên din ên wekî Merşo, Sînaa û taxa Eskerî.

Têkildarî taxên ku ji projeya ava Firatê bê par in jî Kenhûş got: "Ji bo taxên wekî Kelasê, Til Hecer, Nasir û taxên din ên ku ji projeya ava Firatê bê par in, dê bi rêya sarîcan av ji 7 bîrên li stasyonê li wan bê belavkirin."

(bb)

ANHA