Rejîma Îranê hevdîtina bi Werîşe Muradî re qedexe kir

Rejîma Îranê destûr nade malbat û parêzer serdana endama KJAR’ê Werîşe Muradî bikin û mehek zêdetirê agahî jê nayê girtin.

Rejîma Îranê hevdîtina bi Werîşe Muradî re qedexe kir
16 tîrmeh 2024   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Aktivîsta mafê jinan û endama KJAR’ê Werîşe Muradî ji 1’ê Tebaxa 2023’an ve li girtîgeha Evîn tê girtin, tevî ev nêzî salekêye tê girtin ji melzemeyên tibî û mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re bê par tê hiştin.

Werîşe Murad bi fermana serokê şaxa 15’yemîn ya dadgeha Devrîm ya li paytexta Îran Tahran ji 6’ê Gulanê heta niha hevdîtina wê bi malbatê re tê qedexekirin. Tevî ku malbat û parêzerên Werîşe Muradî der barê sedemê qedexeya hedîtinê de serî li saziyên darazê dane hê bersîvek negirtine.

Hate diyarkirin ku nexweşiyên weke êşa pişt û hestî jî di nav de gelek nexweşiyên Werîşe Muradî hene û bi zorê dimeşe û ji dema hatî girtin heta niha gelek kîlo winda kiriye. Di nava sê mehên derbas bûyî de ji ber nexweşiyan ew şandine nexweşxaneyê, lê belê tu tedawiyek nehate pêkanî û tenê ji aliyê perestaran ve hate muane kirin.

 Beriya du hefteyan di dema danişîna duyem ya Werîşe Muradî de dema ku parêzerên wê xwestin dozê lêkolîn bikin serî li Dadgeha Şoreşê ya Şaxa 15’emîn a Tehranê dan lê ji wan re hate gotin ku dozek wisa li gel wan nîne û carek din jî serlêdana dadgehê nekin.

Werîşe Muradî ku di 1'ê Tebaxê de li bajarê Sine ji aliyê Mûhafizên Şoreşê ve hate revandin û piştî lêpirsîna 2 hefteyan hate girtin û şandin Girtîgeha Êvînê, bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin.