Meclisa Gelan a Demokratîk li ser qanûna kehrebe erê kir

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rûniştina xwe ya 103ˊyan de li ser qanûna kehrebê ya bi 53 madeyan erê kir.

16 tîrmeh 2024   17:46
REQA

Di rûniştina li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye lidarxistin de, Desteya Hevserokatiya Meclisa Gwelan a Demokratîk, meclisên gelan li kantonan, endamên meclisên gelan û Hevserokatiya Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Destpêka rûniştinê mijara rûnîştina 102ˊyan a li ser qanûna têkoşîna li dijî terorê hat xwendin. Dûre navê Nivîsgeha Eneriyê bû Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Piştre cîgirê hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk Yasir El Silêman Qanûna Kehrebê ya ji 53 madeyan pêk tê xwendin. Ji wan madeyan ev hatin gotin; parastna navendên veguhertina kehrebê, ruxset, fînansekirin, enerjiya nûjenkirî, danîna pergalekê ku deveran bi Herêmê ve girê dide, qanûna cezayan a kişandina nerewa ya kehrebê û cezayên giştî.

Rûniştin bi erêkirina li ser qanûna kehrebê bi dawî bû.

(fr)

ANHA