Duran Kalkan: Divê hêzên şoreşger û demokratîk têkoşînê radîkaltir bikin

Duran Kalkan diyar kir ku divê têkoşîn li ser bingeha tundiya şoreşgerî bê meşandin û got "Divê hemû qadan bikin qadên şerê antîfaşîst û berxwedanê. Hêzên şoreşger û demokratîk divê têkoşînê radîkaltir bikin.”

Duran Kalkan: Divê hêzên şoreşger û demokratîk têkoşînê radîkaltir bikin
10 tîrmeh 2024   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan şer û têkoşîna ji Zapê heta Dersimê, gefa faşîst a li qadan, êrişên tasfiyekirinê yên li ser şoreşa Rojava û salvegera 42'emîn a Berxwedana 14'ê Tîrmehê, ji Medya Haber TV re nirxand.

Rojev têr û tijî ye, liv û tevgereke cidî heye. Em bi tecrîdê û têkoşîna li dijî tecrîdê destpê bikin...

Destpêkê Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Her kesên ku li ser bingeha pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî têdikoşin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate destpêkirin, silav dikim. Serketinê ji wan re dixwazim.

Di bingeha her tiştî de pirsgirêka Kurd heye. Lewma cihê rêvebirina pirsgirêka Kurd jî sîstema qirkirin, tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê ye. Rêber Apo di nava sîstemeke bi vî rengî de tê hiştin. Hêzên ku pirsgirêka Kurd afirandine ditirsin ku gotineke bi tenê jî di vê çarçoveyê de derkeve derve. Ji ber vê jî tecrîd, îşkence û qirkirin dewam dike. Bêguman li hemberî vê têkoşîn jî heye. Me berê jî nirxand, her tişt bi têkoşînê, bi têkoşîneke 24 saetan a bi dil û can wê bê bidestxistin. Ev rastî hîn bêhtir belav dibe, kûr dibe. Ji ber vê jî têkoşîneke girîng heye ku belav dibe. Têkoşîna hiqûqî heye, têkoşîna girseyî heye. Berxwedana bi lehengî ya gerîla heye. Weke tevger, weke gel, weke dostên me yên şoreşger, demokrat, çep û sosyalîst di asta navneteweyî de em têkoşînek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd dimeşînin. Aliyê hiqûqî yê vê têkoşînê hîn mezin dibe.

Me berê jî gotibû; cihê vê sîstema Îmraliyê di nava hiqûqê de nîne. Ji her alî ve lawaz e lê belê aliyê wê yê herî lawaz aliyê hiqûqî ye. Ev yek hîn bêhtir şênber dibe. Hemû derdor, bi taybetî derdora hiqûqî zextê dike. Baroya Parîsê li CPT kete nava hewldanan. Banga Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hebû. Parêzeran agahiyên girîng dan CPT. Me berê jî gotibû; em dixwazin fêhm bikin bê rewşa rastî ya CPT çi ye. Lê belê parêzeran rewşa wê ya rastî raxistin pêş çavan. Mînak li Azerbaycanê mudaxîl bû. Di çarçoveya mijarên ku ji bo Îmraliyê dibêjin ew nikarin tiştekî bibêjin, li Azerbaycanê gotine. Xuya ye mîna gotina wan nîne. Lewma nêzîkatiya siyasî ya CPT, ya Konseya Ewropayê esas e. Ji ber vê jî hiqûqî nêzîk nabin, wezîfeya xwe bi cih nînin.

Parêzeran eşkere kirin. Ji sala 2012'an û vir ve biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nayên bicihanîn. DMME'yê işaret bi îşkenceyê kiribû lê biryar bi cih nayên anîn. DMME û saziyên berpirsyar nikarin bi cih bînin. Yanî faşîzma AKP-MHP bi vî rengî di nava siyaset û mejiyekî qirker û bêperwa de ye. Ya rast, saziyên ku weke saziyên demokratîk ên navneteweyî, saziyên mafên mirovan ên Ewropayê ji wan re tê gotin, erk û berpirsyariya xwe bi cih nînin. Yanî hiqûqî, demokratîk nêzîk nabin. Bi rengekî mirovî nêzîk nabin. Heta dawiyê di nava helwesteke berjewendîparêz û siyasî de ne. Ji ber vê jî dibin şirîkê vî sûcî.

Têkoşîna girseyî ya li hemberî vê girîng e. Li her qadê, li çar aliyên cîhanê têkoşînek heye. Bêguman divê hîn bêhtir bê xurtkirin, mezinkirin, daîmîkirin û belavkirin. Têkoşîna pêngavî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nikare bê lawazkirin. Nikare bê qelskirin. Berevajî vê yekê divê her gavê hîn xurt bibe, mezin bibe.

Bê guman gelek pirsgirêkên din hene. Pirsgirêkên Kurdan, jinan, ciwanan, gelan, gelên Tirkiyeyê, li cîhanê pirsgirêkên karkeran, kedkaran, her kes xwedî pirsgirêkan e. Pirsgirêkên aborî, siyasî, demokratîk, mafên mirovan hene. Ji bo van têkoşîn tê meşandin. Bêguman divê ev têkoşîn jî hebe. Bi taybetî li Tirkiyeyê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê divê têkoşîn hebe. Li ser bingeha her cûre pirsgirêkan divê têkoşîna antîfaşîst bê meşandi, lê belê divê ev têkoşîn bi têkoşîna pêngavî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re bibe yek. Jê cuda nabe yanî. Xala hevpar têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji ber ku azadiya her kesî û avakirina rêveberiyeke demokratîk ji bo her kesî bi têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Azadî û demokratîkbûna gelê Kurd, jin, ciwan, gelên Tirkiyeyê û mirovahiyê bi şikandina sîstema qirkirin, tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê, bi misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Rêber Apo gotibû, "Eger min jiyana xwe di asta ji sedî sed de bi azadî û hebûna gelê Kurd re nekiribûya yek, min nikarîbû pirsgirêkan ewqasî fêhm bikira, çareser bikira û karekî serketî bimeşanda." Weke gelê Kurd, jin, ciwan, gel divê em hebûna xwe û jiyana xwe ya demokratîk azad bi têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re bikin yek. Rêya serketinê bi vî rengî ye. Azadî û demokrasî bi vî rengî dikare bê bidestxistin. Ji ber vê jî divê têkoşîna demokrasî û azadiyê li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê meşandin. Divê em hemû di vê mijarê de baldar bin. Nabe ku em hêz û derfetên xwe parçe bikin.

Têkoşîna hemû beşên civakê heye. Têkoşîna ciwanan heye. Li derveyî welat herî dawî li Parîsê ciwan çalakiyên bi bandor dikin. Bêguman divê bikin. Rojev bingehîn a ciwanên li cîhanê ketine bin bandora paradîgmaya Rêbertî, rojeva ciwanên Kurd divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. 24 saetan divê di nava têkoşîneke bi vî rengî de bin. Ji ber ku tiştekî din nabe. Hebûna bi şêweyekî din, têkoşîneke bi şêweyekî din a azadiyê, serketin wekî din nabe. Lewma bi taybetî divê ciwanên Kurd pêşengiyê bikin, pêşengiyê dikin. Divê bi hemû pirsgirêkên li parçeyên Kurdistanê û derveyî welat re eleqedar bibin. Di bingeha têkoşînê de têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye. Ji ber ku ya ku hemû pirsgirêkan dewam dike hebûna sîstema qirkirin, tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê ye. Rêber Apo di nava sîstemeke bi vî rengî de tê hiştin. Yanî pirsgirêka Kurd e. Li dijî Kurdan qirkirin tê meşandin. Pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Lewma misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd mîna goşt û neynûkê ye. Eger ciwanên Kurd pêşengên têkoşîneke bi vî rengî ne wê demê di çarçoveya pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî de divê hîn bêhtir çalakiyan bikin, daîmî bikin. Her wiha divê pêşengiyê ji têkoşîna gelê Kurd, kedkaran û gelan re pêşengiyê bikin.

LI DIJÎ TERORA FAŞÎST DIVÊ EM LI SER BINGEHA TUNDIYA ŞOREŞGERÎ TÊ BIKOŞIN

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî giran heye. Di demeke bi vî rengî de bal hemû li ser Zap, Metînayê ye. Li Bakur jî bi meha Hezîranê re me çalakiyên gerîla dît. Divê ev yek çawa bê dîtin, çawa bê fêhmkirin?

Belê, beriya her tiştî di şexsê şehîd Şêxmûs, Bêrîtan û Brûsk de ku di berxwedana li Bakur de şehîd ketin, hemû hevrêyên şehîd bi hezkirin û minet bi bîr tînim. Divê mirov wan rast fêhm bikin, xwedî li bîranîna wan derkevin. Ev yek ne têkoşîna mîna her carê ye. Şert û mercên niha, li Bakur pêkanîna berxwedaneke bi vî rengî xwedî wateyeke cuda ye. Di vê çarçoveyê de ji Avaşînê heta Geverê, Zagrosê çalakî hatin kirin. Li Botanê şer qewimî. Li Gabarê, Mawayê şer qeiwmî. Li Mêrdînê, li xeta Kerboranê şer qewimî. Ji xwe li xeta Serhedê şer diqewime. Yanî faşîzma AKP-MHP'ê bi biharê re bi taybetî ber bi havînê li her qadê dest bi operasyonan kir. Yanî her devera Bakur bûye qada şer. Li aliyê din li bajaran jî berxwedan heye. Milîsên HBDH'ê hema hema her roj şer dikin. Şervanên YPS'ê şer dikin. Li bajaran pêvajoyeke bi vî rengî ya berxwedanê heye. Li Bakur şerê yekbûyî, antîfaşîst ku roj bi roj bi pêş dikeve, têkoşîna me ya şoreşê ya yekbûyî bi çalakiyên gerîla û milîsan li Bakur bi pêş dikeve. Ev rewşeke nû û girîng e. Li gorî salek, du sal berê girîng bû. Divê rast bê fêhmkirin. Bêguman divê hîn bêhtir bê xurtkirin û belavkirin. Her kesên li ber xwe didin, têdikoşin silav dikim. Çalakî û berxwedana wan pîroz dikim. Divê hîn bêhtir bê xurtkirin.

Ji bo têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bê biserxistin û encam bê wergirtin divê mirov teqez bi zimanê ew jê fêhm dikin şer bikin. Lewma divê em hemû çiya, deşt, bajar û qadên Bakur û Tirkiyeyê bikin qada berxwedan û şerê antî faşîst. Li dijî terora faşîst li ser bingeha tundiya şoreşgerî divê em têbikoşin. Divê em karibin hesab ji êrişkariya faşîst bipirsin, tolê hilînin. Eger ev nebe, yanî hesab ji kiryarên wê neyê pirsîn, bersiva her êrişê neyê dayin, faşîzm nikare bê şikandin, êrişkariya faşîst nikare bê rawestandin û girseyên gel nikarin bikevin nava liv û tevgerê. Ji ber vê jî hêzên şoreşger demokratîk, hêzên çep, sosyalîst divê têkoşîna xwe hîn radîkal bikin, hîn bi bandor bikin. Çalakiyên heyî yên gerîla û milîsan bi vî rengî ne, pêşengiyê ji vê re dikin. HBDH bi rastî jî gihîşt asteke girîng. Bêguman li gorî me divê hîn bi pêş ve biçe û xurt bibe. Ew mijareke cuda ye. Lê belê ya heyî jî gelekî girîng e. Divê hîn bêhtir bê xurtkirin.

Li xeta Zap û Metînayê êrişên nû di rojevê de ne. Têkildarî vê dagirkeriyê ku PDK û Iraq piştgiriyê didin agahî çi ne? Li qadê rewşa dawî çi ye?

Bi 3'ê Tîrmehê re hin rewşên nû hene. Rewşa şerê li Zap, Metîna, Herêmên Parastinê yên Medyayê helwesta me ji aliyê hevserokatiya me ve hate eşkerekirin. Saziyên HPG'ê rojane agahiyan didin raya giştî. Yanî çi diqewime, tê zanîn. Rewşa nû çi ye? Ya nû bi vî rengî ye: Yekîneyên zirxî, tank, wesayitên zirxî yên dewleta Tirk ji rêyên di bin kontrola Iraq û PDK'ê de ne bi hêsanî tevdigerin û li hin deveran bi cih dibin. Li hin deveran bi cih bûn. Li ser vê bingehê dixwazin êrişên dagirkeriyê bimeşînin. Dewleta Iraqê dengê xwe nake, erê kiriye. Di pratîkê de ji xwe PDK piştgiriyê dide, dibe alîkar. Cihên xwe vala dike, dide yekîneyên Tirk. Li gelek qadan kontrol derbasî yekîneyên dewleta Tirk dibe. Rewşeke bi vî rengî heye. Li Bexdayê biryar li ser vê yekê dan. Mesûd Barzanî çû Bexdayê. Destûr dan û bi hev re ji şeva 3'ê Tîrmehê ve bi vî rengî tevgeriyan.

Ev êrişên dagirkeriyê têne zanîn. Tiştekî nû nîne. Artêşa Tirk di 26'ê Tebaxa 2016'a de ji Cerablûsê li ser Sûriyeyê, ji Çelê jî li ser Iraqê dest bi êrişên dagirkeriyê kir, sînor derbas kir. Yanî 9 sal di ser re derbas bûn. Li ser bingeha şerekî ji 9 salan rewşeke bi vî rengî heye. Wê rojê Mesûd Barzanî li Enqereyê bû. Yanî çawa ku çawa ku di 3'ê Tîrmehê de vê êrişê destpê kir -erêkirina destpêkirina vê êrişê li Bexdayê hate dayin- Mesûd Barzanî li Enqereyê bû, wê demê jî li Enqereyê bû. Bi hev re biryar dan. Bi hev re ferman dan. Li binê êrişa dagirkerî û îlhaqkirina Kurdistanê îmzeya Mesûd Barzanî heye, ji her kesî zêdetir. Ji ber her kesî bêhtir ji bo vê dixebite. Di binê hemû karên qirêj de îmzeya wî heye. Divê ev rewş bê zanîn. Yanî êrişên heyî tiştekî nû nîne, li ser bingeha dagirkeriyê hatibûn destpêkirin. Di salên 2020, 2021 û 2022'an de gihîşt asteke cuda. Faşîzma AKP-MHP'ê herî dawî di 16'ê Nîsana 2024'an de li xeta Metînayê dest bi pêvajoyeke nû ya êrişê kir. Biryargeha me ev yek eşkere kir. Hewl da parçe bi parçe qadê bi dest bixe. Xwest cihê vala mane bi dest bixe, bi vî rengî gav bi gav xwe bigihîne cihên nû, bi bidestxistina deverên biçûk qadeke hîn berfireh werbigire. Bi vî rengî hewl dan bikevin gelek qadên Metînayê. Ji 3'ê Tîrmehê û pê ve ji bejahî ve, di ser asfaltê re; yanî di ser asfalta Bamernê, Enîşkê, Qadîşê, Amediyê, Derelûkê û Şeladizê bi tank, yekîneyên zirxî tevdigerin. Hatin, hewl didin xeta Sergelê bi dest bixin. Hewl didin xeta Derelûkê bi dest bixin. Yanî Geliyê Zapê... Geliyê Derelûkê ku parçeyek ji Zapê ye... Ya rast dixwazin ji başûr ve bi yekîneyên zirxî qada rojavayê Zapê û Metînayê dorpêç bikin. Li aliyê din jî êrişên hewayî dikin. Hewl didin hêzên xwe dîne. Dixwazin quntara Metînayê, girê ku weke Girê Bahar ê rojavayê Zapê tê pênasekirin bi dest bixin.

Em dikarin bi vî rengî bi lêv bikin. Di demên beriya niha de êrişên leşkerî bi rengê lêdana ji hewayê, daxistin, ji bejahî ve jî pêşveçûna ji qadê bû. Artêşa Tirk bi salan bi vî rengî hewl da, ket nava hin herêman lê belê bi ser neket. Nekarî encamê bi dest bixe. Mînak, sê sal in nikare girekî bi dest bixe. Tevî ku ewqasî êriş kir derb ji gerîla xwar. Bi berxwedana gerîla têk çû. Dît ku bi wê rêbazê êdî nikare encamê bi dest bixe. Niha jî bi PDK û Iraqê re di encama bazarî û dîplomasiyê de ku ji zivistanê ve dimeşîne, bi yekîneyên zirxî ketin nav û dixwazin qadê bi dest bixin, encamê werbigirin. Yanî dixwazin bikevin cihên ku nekarîbûn bikevinê û berxwedana gerîla bişikînin. Ji bo vê jî kontrola rê dikin. Li wê derê her tişt dikeve destê dewleta Tirk. Li xeta ku min qalê kir sînor çêdike dewleta Tirk. Qada li bakurê wê xetê bi temamî ketiye destê dewleta Tirk. Ji bin rêveberiya PDK û Iraqê derdikeve. Îlhaq ev e. Di pratîkê de îlhaqê dikin. Ev yek weke îlhaqê pênase kirin. Pênasekirina rast ev e. Me fêhm kir ku rêveberiyên Iraq û PDK'ê hin herêmên bi 20 kîlometreyan ji sînor dûr bi navê herêma tampon firotine dewleta Tirk. Di berdêla hin tiştan de. Gotin, ew têkiliyên aboriyê datînin, bi Iraqê re peymanan mohr dikin.

PDK ji xwe xulamtiyê dike. Ji kiryarê wê re tiştekî din nayê gotin. Bi vî rengî herêmeke berfireh difiroşin dewleta Tirk. Divê her kes vê yekê bi vî rengî zanibe. Raya giştî ya cîhanê, gelê me yê Başûr, gelên Iraqê divê bi vî rengî zanibin. Ji 3'ê Tîrmehê û pê ve bi rengekî fermî erê kirin. Ev yek qebûl kirin. Ya ku rêveberên Iraq û PDK'ê di 3'ê Tîrmehê de biryar li ser daye, ev e. Li ser vê bingehê gundan vala dike, bombardûmanê bênavber li gundan dike. Gundên Metîna, Berwarî, gundên li qadên din ên Metînayê hemûyan vala dikin. Bi vî rengî qadên Xakurkê, Avaşîn, Zap, Metîna, Heftanînê dikevin bin kontrola îdarî û leşkerî ya dewleta Tirk. Dixwazin wê derê ji civakê xalî bikin, vala bikin, hilweşînin, bişewitînin. Ji xwe ev yek aniye bi serê bi sedan gundan. Niha jî bi bombardûmanan, bi bikaranîna çekên qedexekirî, bi çavtirsandinê hewl didin mirovan bidin revandin. Rewşa heyî bi vî rengî ye.

HELWESTA GERÎLA, GELÊ BAŞÛR Û IRAQÊ WÊ ENCAMÊ DIYAR BIKE

Gelo ev ê pêk were? Daxwaza dewleta Tirk ev e. Ya ku Iraqê û PDK'ê jî qebûlkiriye bi vî rengî ye. Lê belê li hemberî vê yekê berxwedaneke mezin a gerîla heye. Vaye her roj şer diqewime, çalakî pêk tên. Gerîla rojane 10-15 çalakiyan dike. Bi cihên nû re; vaye gireke, bi Girê Bahar re mijûl dibin. Di çapemeniyê de ragihandin ku hêzeke kêm daniye cihekî hîn biçûk. Bi helîkopteran lê didin, nikarin hêzên xwe li qadê dînin. Yanî berxwedanek heye. Helweta raya giştî wê çawa be? Berxwedana gerîla, nêzîkatiya gelên Başûr û Iraqê, nêzîkatiyên gelê Kurd û raya giştî wê encamê diyar bike. Daxwaza wan teqez ev e. Mirov dikare rewşê bi kurtasî bi vî rengî bîne ziman.

DEWLETA TIRK NEKARÎ PLANA XWE YA JI BO SALA 2024'AN PÊK BÎNE

Baş e ev tê çi wateyê? Ya rast Tayyîp Erdogan digot 40 kîlometreyî bidin. Yanî di vê astê de dixwaze berfireh bike. Zivistanê bazariyeke bi vî rengî kir. Devlet Bahçelî jî dibêje em ê temamiya Mûsil, Kerkûkê bi dest bixin. Bi rengekî fermî eşkere kirin. Divê gelê me yê Başûr jî, gelên Iraqê jî vê bibîne, bi vê zanibe. Xuya ye ji bo êrişê di vê astê de bikin hêz peyda nekirine, derfet bi dest nexistine. Ne bawer in ku bi ser bikevin. Tayyîp Erdogan ragihandibû; di havîna 2024'an de em ê PKK'ê tine bikin. Em ketin nava payîzê hîn jî hewl dide hêzên xwe li çend giran dîne û bi dest bixe. Ya rast gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê hebûn. Digotin wê êrişî wan deveran bikin. Nekarîn bikin, hêza wan têrê nekir. Divê ev yek bê dîtin. Yanî;

Yek; dewleta Tirk plana ku ji bo sala 2024'an danî nekarî pêk bîne. Ya heyî plana herî kêm e.

Du; ya ku di 3'ê Tîrmehê de destpê kir îlhaqkirin e, di pratîkê de îlhaq tê kirin. Li qadeke berfireh rêveberî, îdare bi navê herêma tampon dikeve destê dewleta Tirk.

Sê; li qadê nediyar e bê encam wê çi be. Yanî hewl dan ji bejahî ve rê vekin, ji hewayî hêzên xwe nîne qadê û li qadê serwer be. Lê bi ser neketin.

Niha jî ev yekîneyên zirxî wê hêzeke çawa bide wan? Bêguman wê bê dîtin. Rewş hinekî cuda bû. Berê bi ser neketin. Yanî divê mirov hêz û serketina gerîla bibîne. Zivistana derbasbûyî operasyonên şoreşgerî pêk anîn û derbên giran lê xistin. Mirov dikare bi vî rengî bînin ser ziman.

GELÊ WELATPARÊZ Û GERÎLA TEQEZ WÊ LI BER XWE BIDIN

Li ser vî bingehî ez dixwazim van tiştan zêde bikim. Destpêkê ez gerîlayên ku li Girê Bihar, hemû girên Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û li hemû Metînayê li ber xwe didin, bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Em ê li ber xwe bidin, bila her kes bizane. Gerîla wê li ber xwe bide. Gerîla û gelê Kurd ê welatparêz wê ji bo azadiya xwe li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê, heta dawiyê li ber xwe bidin. Hevkar, xayîn ew çawa dikin bila bikin, ew dizanin. Helbet wê li dijî wan têkoşîn jî bê kirin. Lê gelê welatparêz û gerîlayên azadiya Kurdistanê teqez wê bi ser bikevin.

Li aliyê din şer li vê qadê wiha jî didome. Artêşa Tirk xwedî yekîneyên zirxî, hêzên taybet û hêzên bijarte ye. Lê li aliyê din çeteyan li gir bi cih dikin û bi wan çeteyan êrîş dibin ser gel. Di serî de DAÎŞ… Yanî bi rastî jî AKP-MHP li wir bi PDK û DAÎŞ’ê re gelek rêxistinên din ên çeteyan rêxistin kir. Li Sûriyeyê û li cihên din… Gelek komên wan çeteyan hene. Evane êrîş dikin. Evane şer dimeşînin. Ev jî têrê nekir, dixwazin cerdevanan bînin.

Em dikarin ji vê rewşê re çi bêjin? Fermandariya me ya Biryargeha Navendî cerdevan hişyar kirin. Bila dînitiyê nekin. Wê hesabê wê xerab bidin. Divê ti kes tevlî êrîşeke bi vî rengî xirab, nemerdî û qirêj nebe. Piştre jî ger berdêla wê da, bila nebêje çima wisa bû. Teqez ev rewşekî girîng e. Li aliyê din rêveberiya me ji bo Iraq û PDK’ê daxuyanî dan. Yanî ev qas jî nabe. Yanî xaka ku qaşo di bin kontrola wan de, firotine hin kesên din. Bi taybetî rêveberiya Iraqê nebaş kir. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de pesin rêz dikirin. Têkîliyên me jî hebûn. Lê niha ji bo hinek hesab û berjewendiyan, ji bo berjewendiyên madî yên hêsan divê têkîliyên xwe bi dostên xwe re xirab neke. Dibêjin ku xatirê qehweyekê qasî 40 salan heye. Lê em dibînin ku rêveberiya Iraqê ya heyî, ne rêveberiyeke bi vî rengî ye. Tişta ji bo gelên Iraqê û gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî bê gotin, ew e ku divê rastî bê dîtin. Bi rastî jî rewş cidî ye. Pir cidî ye. Li aliyekî xaka wan tê binpêkirin, li aliyê din gund tên valekirin. Eger bikarin wê bi vê yekê têr nebin. Yanî timî dibêjin, em ê Kerkûk û Mûsilê ‘bigirin’. Çavê faşîzma AKP-MHP’ê ji Silêmaniyê heta her derê ye ku dagir bike. Wê demê divê bertekên li dijî vê hîn zêdetir bin. Divê hîn bêhtir têkoşîn bê kirin. Divê rêxistin, partî, rewşenbîrên siyasî û derdorên hunermend, ciwan, jin; yanî xelkê Başûr bandorê li gelên Iraqê jî bikin û bertekek hîn xurttir nîşan bidin. Divê li dijî kesên ku ev êrîş erê kirine jî, têkoşîn bê meşandin û bertek bê nîşandan. Bendewariya me ev e.

We bal kişand ser 3’yê Tîrmehê. PDK û rayedarên Iraqê derketin û têkildarî hin cihên hatine şewitandin, PKK sûcdar kir. Dema mirov geşedanên piştre jî bifikire, em dikarin daxuyaniyeke wiha li kuderê bidin rûnişkandin û helbet bandora vê wê li Kurdistan û Iraqê çi be?

Gelek derdoran ev yek nirxand. Hin hevalan jî nêrînên xwe diyar kirin. Di rastiyê de daxuyaniya Hevserokatiyê bes bû. Ya eşkere ev e. Bi eşkere beşekî xaka welêt difiroşin. Lewma wê bertek hebin. Ji bo pêşî li van bertekan bigirin û vê rewşê veşêrin, derewek wisa kirin. Bi gotina, li Hewlêrê rewşeke wiha heye. Lê ne nû çêdibû. Beriya bi mehan diqewimî. Yên xwedî li wê derketin hebûn. Biryargeha me ya Navendî evane hîn di wê demê de deşîfre kiribûn.

PDK JI DERVEY XWE TI RÊXISTINEK DIN LI KURDISTANÊ NAXWAZE

Di rastiyê de ev yek ji bo tifaqa dijberiya Kurd û mirovahiyê veşêrin û ji bo êrîşeke wiha xayînane veşêrin bû. Lê binêrin çapemeniya AKP’ê, çapemeniya Tirk, Çapemeniya dewleta Tirk qet tiştek wiha dide? Ev qas yekîneyên zirxî ketinê û ev qas êrîş çêdibin. Gule li gundiyekê bikeve, bi gotina ‘me li terorîstan xist’ daxuyaniyan didin. Ev qas êrîş çêdibin, ji 3’yê Tîrmehê û vir ve tiştek tune ye. Çima? Ji bo bertek çênebin. Wisa li hev kirine. Komploya Hewlêrê jî li ser vê bingehê ye. Lê ew bi xwe dibêjin ew ne li Hewlêrê ne. PDK’ê 16’ê Gulana 1997’an 75 PKK’î bi nemerdane li Hewlêrê qetil kir. Ma ji wê rojê û vir ve PKK’î li Hewlêrê hene? Li nexweşxaneyê, kesên nexweş û birîndar. Wê demê kî li Hewlêrê ne? MÎT’ên Hakan Fîdan, kuçikên Dewlet Bahçelî belavî her derê bûne. Tiştekê dikin, dişewitînin û xira dikin. Yên zilmê dikin, ev in. Qadên PDK’ê bi vane tejî ne. Lê niha di rewşeke welê de ne ku dixwazin rewşa xwe binixumînin.

Têkildarî vê yekê ez dixwazin van tiştan zêde bikim. PDK dixwaze ji dervey xwe ti rêxistinê li Kurdistanê nehêle. Dibêje yê gun nede fermana Barzanî, divê nejî. Pîvana wan ev e. Hat dîtin ku çawa YNK’ê hedef girtin. Hem jî xwestin YNK’ê jî bikin hevkarê vê yekê. Êdî ewqasî çavê wan zivirî ye. Çima? Ji bo ti hêz û rêxistineke cuda nemîne. Tenê wê zeviyê Barzanî hebe. Yanî feraseteke wan a bi vî rengî heye. Lewma êrîşî PKK’ê dikin. Bila Mesût Barzanî bizane ku, em dizanin dema Rêber Apo çûyî Romayê, ji bo Dadgeha Romayê Rêber Apo bi darizîne çiqasê dosya dan dozgeriya Romayê! Ew dosya di destê me de ne. 26 sal in Rêber Apo li Îmraliyê bi destê kê tê girtin? Em van baş dizanin.

DIVÊ HEMÛ KURD Û RÊXISTIN JI VÊ RE BÊJIN BES E

Li aliyê din ev malbat veguherî xanedanê; tê gotin eşîra Barzanî. Berê şerekî eşîretê dimeşandin. Niha jî binêrin, herêma gelek eşîran firotin. Qadên Bradostan, Rêkaniyan, Nêrwehiyan, Berwariyan, Gulîliyan, Sindiyan firotine Tirkiyeyê. Bi vî rengî ji bo ewlehiya Barzaniyan mîsoger bikin, Tirkiyeyê bi cih dikin. Barzanîtiyê belavî her alî dikin. Diyana girtin, Hewlêr girtin, bajarê Barzanî çêdikin. Têr nabin. Dixwazin Kerkûk û Silêmaniyê jî bigirin. 40 sal in Kurdistanê dixwe, ev malbata xanedan bi ti awayî têr nabe. Divê mirov van rawestîne. Yanî rewş wisa lê hatiye ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî peywendiyek nîne ku wê ava nekin. Yanî tiştek tune ye ku nefiroin. Yanî hatine wê rewşê. PDK’ê deng diwergirt. Qaşo qadên ku ji aliyê PDK’ê ve dihatin birêvebirin. Ji bo berjewendiyên xwe hemû firotin dewleta Tirk. Yanî li vir ne weke eşîrekê, weke xanedan Kurdistanê û civaka Kurd dimije. Divê mirov ji vê re bêje bes e. Heqê wî nîne. Ji vî alî ve divê her kes şiyar bibe. Divê hemû Kurd rastiyê bibînin. Divê rêxistinên Kurd rastiyê bibînin. Divê hemû rêxistinên Kurd li dijî vê yekê têbikoşin. Divê bibin yek. Divê sekneke hîn bi bandortir pêş bixin. Ji vî rengî cudatir nabe. Sînorên din bi temamî derbas kirin.

NE TENÊ YA SÛRIYEYIYAN, EWLEHIYA CANÊ TI KESÊ NÎNE

Ti çêkereke bi vî rengî de, pêleke faşîzmê ya ku bilind dibe heye. Herî dawî me ev li Tirkiye-Kayseriyê dît. Êrîş li dijî koçberên Sûriyeyî hatin kirin. Gelo rewşeke cuda li pişt vê heye? Yanî divê mirov vê gefê çawa fêm bike?

Gelek tiştên din hene. Yanî hîn zêdetir amadekariyên wan hene. Mîna ku prova dikin. Jinekê rêxistiniya xwe eşkere kiribû; gotibû, ‘em jixwe provayê dikin’. Bi rastî jî wisa ye. Berê me jî qala vê kir, çend caran bû mijar. Divê mirov tifaq û rêveberiya AKP-MHP’ê tenê weke ekonomîk û siyasî nenirxîne. Ruhî, psîkolojîk, zihnî; yanî şuştina mejî heye. Komeke ku ji mirovahiyê derketî û veguherandine kerî heye. Evane rêxistinkirî ne. Çete rêxistinkirî û bi çek in. Hemû jî bi çek in. Ya MHP’ê jî heye. Ya AKP’ê jî heye. Hem jî cur be cur. Lewma bi vane li ser piyan dimînin. Vê weke amûra her cure zext û gefê bi kar tînin. Di nava wan de jî bûyera Sînan Ateş heye. MHP’ê qet nekiriye? Yanî xwe dispêre rastiyên bi vî rengî û dike. Lewma divê mirov vê desthilatdariya AKP-MHP’ê û rêxistinbûna wê hîn rasttir fêm bike û binirxîne. Xeteriyeke mezin e. Di rastiyê de rêveberiya siyasî bi vê yekê jî li ser piyan dimîne. Eşkere dibe ku tenê bi guhertina hikûmetê, li Tirkiyeyê rêveberî nayê guhertin.

LEWMA ME GOT XWEPARASTIN

Divê mirov têkoşîna antîfaşîst hîn rasttir binirxîne. Bi rastî jî li Tirkiyeyê ewlehiya canê ti kesê nîne. Ne tenê koçberên Sûriyeyî. Jixwe wisa koçber falan nînin. Evane hemû lîstokên şer bûn. Kişand wir, gef li Ewropa xwar, gelek pere wergirtin, xerac wergirt, di bin gefê de ragirt. Şerê qirkirinê yê li dijî gelan û Kurdan meşandî, bi wan tîmar kir. Niha karê wî diqede. Yanî wê her tiştê bikin. Ne tenê ewlehiya canê Sûriyeyî, mirovên ku derbasî Tirkiyeyê bûne nîne, Kurd jî di heman rewşê de ne. Komên çandî yên din hemû di heman rewşê de ne. Divê her kes vê rastiyê bibîne. Wê demê divê tedbîrên xwe bigirin. Hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Eger li cihekê dimînin, bila ji ewlehiya xwe berpirsyar bin. Me ji vê re got xweparastin. Yanî aliyên ji bo êrîşa faşîst xwe cure çek hildaye û xwe perwerde kiriye. Civakeke rêxistinkirî çêkiriye. Li dijî vê yekê divê hêzên antîfaşîst û demokratîk jî xwe perwerde bikin û rêxistin bikin. Divê bibin hêzeke berxwedanê. Divê mirov li dijî faşîzmê têkoşînê hîn radîkaltir û xurttir bike.

Belê, hêzeke demokratîk a antîfaşîst heye. Têkoşîna yekbûyî tê meşandin, tifaq pêş dikevin. Lê bi hilbijartinan sînordar dimîne. Zext, qeyûm hene û têkoşîna li dijî van jî heye. Divê têkoşîn hîn bêhtir bê rêxistinkirin û xurtkirin. Lê ez dixwazim bêjim ku ne bes e.

DIVÊ MIROV HÎN BIHESTIYARTIR, AMADE, PERWERDEKIRÎ Û RÊXISTINKIRÎ BE

Me berê jî hişyarî da, ev bûyer çêbûn. Divê mirov teng nêz nebe. Divê rastî were dîtin. Wê demê divê mirov hîn hişyartir û amade be. Divê her kes hîn bi baldartir, rêxistinkirî û perwerdekirî be. Yanî ev hêzên antîfaşîst, şoreşger, demokratîk, hêzên çep û derdor divê rewşê hîn baştir bibînin. Yanî nabe ku mirov ji nedîtî ve were. Divê mirov bifikire ku ji bo hilweşandina faşîzmê, çawa dikare têkoşînê bi rengekî hîn bandortir pêş bixe?

Ez naxwazim tirseke nû belav bikim, lê eşkere ye ku divê mirov cidî nêz bibe, rewşa rast û şênber bibîne û li gorî pêdiviyên wê tevbigere. Divê her kes vê yekê bizane. Ji ber ku em di nava têkoşîneke pir tund de ne, em van rastiyan baştir dibînin û helbet li gorî wezîfeya xwe agahî bidin, fikrên xwe eşkere bikin û gotin di cih de be hinekê jî hişyar bikin. Lê bi rastî jî divê her kes hîn baldartir, hestiyar, li dijî van rêxistinkirî û perwerdekirî be.