Qatilê Emîne Misto hat girtin

Hêzên Asayîşê qatilê jina bi navê Emine Misto girt û der barê bûyerê de agahî parve kirin.

Qatilê Emîne Misto hat girtin
16 tîrmeh 2024   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

10’ê Gulana îsal li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê jina bi navê Emîne Misto kuştî li mala wê hatibû dîtin. Hêzên Asayîşê der barê bûyerê de lêkolîn dabû destpêkirin.

Navenda Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê encamên lêkolînê parve kirin. Hate gotin: "10’ê Gulanê Asayîşa Tirbespiyê agahî dabû hêzên me yên Têkoşîna li dijî Sûcan a Kantona Cizîrê ku jineke kuştî di mala wê de hatiye dîtin. Li ser vî esasê hevkarî bi hêzên me yên şopandinê, dozgeriya Tirbespiyê û hêzên têkoşîna li dijî sûcan re çêbû. Me berî da cihê bûyer. Derket ku mexdûr bi amûrekî tuj di serê wê de hatiye qetilkirin. Me jin rakir tiba edlî û lêkolîn da destpêkirin. Derket ku navê jinê Emîne Misto ye. Di encama lêkolîn û komkirina delîlan de derket holê ku kesk bi navê Bîlal ku cîranê mexdûrê re, li xwe mikur hatiye ku ji bo diziyê ketiya mala mexdûrê û wê qetil kiriye."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qatil sewqî dageha giştî hate kirin da ku cezayê xwe bistîne.

 (şx)