Eşîrên Iraqê: Desthilata Iraqê berpirsê dagirkiriyê ye
Eşîrên Iraqê êrişên dewleta Tirk ên ser xaka başûrê kurdstanê şermezarkirin û gotin; “Dewleta Tirk Herêma Kurdistanê dagir dike û piştgiriya DAIŞ’ê dike.”
![Eşîrên Iraqê: Desthilata Iraqê berpirsê dagirkiriyê ye](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_6696537e84453.jpg)
Komek şêxên eşîrên Iraqê derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê dan, her wiha piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) daxuyaniyek hevbeş belav kirin.
Di Daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Dewleta Tirk ya dagirker êrişên xwe yên ji bo valekirin û şewitandina gund, bajarokan yên li ser xelkê Herêma Kurdistan û Iraqê dewam dike. Dewleta Tirk gef li xelkê gundan dixwe daku malên xwe vale bikin û herêmê bi hêcetên ne rewa vegerîne qadek leşkerî.
Em baş dizanin PKK’ê dijî DAIŞ’ê şer kir, lê Tirkiye piştgiriya DAIŞ’ê dike. Hemû karên dewleta Tirk dike, ji bo dagirkirina qadên li herêm û dijî gelên Iraqê giştî, taybet jî Kurdane.
Li beramberî vê PDK hevkariyê dike û hikumeta Bexda jî bêdenge, bêdengî jî li ser sucên dewleta Tirk a dagirker gumanê çêdike.
Em weke şêx, eşîr û kesayetên Iraqê, ev êrişane red dikin, bang li civaka nanetewî, Hikumeta Iraq û Parlamentoya Iraqê dikîn ku berprisyarên xwe yên mirovî, exlaqî, yasayî yên dijî sucê ne mirovane pêkbînin û dawî li van êrişên dewleta Tirk a dagirker bînin.
Pêwîste civaka navneteweyî û Hikumeta Iraqê, ji bo rê li van êrişên ser gel û xaka me, tedbîrên pêwîst bigirin. Em jî amadene parastina serweriya Iraqê bikin, ji ber ku dewleta Tirk dixwaze demografiya herêmê biguherîne û çavkaniyên Iraqê talan bike.
Em bi gelê xwe yê li Herêma Kurdistan û Iraqê rene û dagirkeriya dewleta Tirk red dikin. Em vê yekê dibêjin, hemû karên dewleta Tirk dike, sucin. Ev yek we dike ku îradeya me ji bo parastina serweriya Iraq, xaka û gelê me zêde bike.”
Navê şêxên eşîrên Iraqê yên ku dijî dagirkeriya dewleta Tirk di vê daxuyaniya hevbeş de cih girtine, evin:
Şêx Teklif el-Ebd Elî Cibûr: Şêxê eşîra Cibûrî
Seyîd Ehmed Elewî Heyderî: Şêx eşîra Sedat Heyderî
Seyîd Nazim Şerîfî: Şêxê eşîra Sedat Şerfa li Firatê Navîn
Şêx Malik Casim Îfarî: Şêxê eşîra Îfarî li Firatê Navîn
Seyîd Xezalî Atiya Mûsewî li Dîwaniyê
Şêx Zahir Kazim Marhûn: Şêxê Giştî yê eşîra Kerît
Şêx Cemal Ferîd Hemîdayî: Şêxê Giştî yê eşîra Hemîdatê
Şêx Emîr Musana Hesnewî: Şêx giştî yê eşîra Benî Hesen
Şêx Mohan Emîrê Al Atiyah: Şêxê Giştî yê eşîra El Şibl
Seyîd Huseyîn Berekat Şamî: Şêx giştî yê eşîra Sedat Gawalb
Şêx Mutaîb Mihemed Şemerî: Şêxê eşîrên Şemer li Firata Navîn
Şêx Mihemed Evdil Emîr Şalan Kerawî: Şêx giştî yê eşîrên Akra
Şêx Raad Huseyîn Xefacî: Şêxê eşîra Xefaciyan li Necefê
Şêx Xalid Cehl Natur: Şêxê binemala Şebal a Dîwaniyê ye
Seyîd Hemîd Merzûq Abadî: Şêx giştî yê Awabd