Şerê li Xezayê didome: 10 kes hatin kuştin

Di êrişên îro yên Îsraîlê ên li Xezayê de 10 filistînî mirin û bi kêmanî 5 jî birîndar bûn.

Şerê li Xezayê didome: 10 kes hatin kuştin
16 tîrmeh 2024   11:47
NAVENDA NÛÇEAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand  ku di êrişên îro yên artêşa Îsraîlê yên li dijî bajarokê Ebasan ê rojavayê Xezayê,  bajarokê Qerare yê rojhilatê Xan Yûnisê û rojavayê Refehê de 10 kes hatin kuştin û zêdekirî 5 kes jî birîndar bûn

Li gorî WAFA’yê, ekîpên tenduristiyê li bajarokê Ebasan cenazeyê 4 kuştiyan û 3 birîndar rakirin. Her wiha da zanîn ku cenazeyê 4 kuştiyên din ji herêma Xirbe Edsê yê Refehê derbasî nexweşxaneyên Xan Yûnisê hatin kirin.

WAFA’yê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li kampa Nisêrat a naverasta Xezayê mala malbata Zeqzûq bombebaran kir û diyar kir ku di encama bombebaranê de kesek hat kuştin û hin kesên din birîndar bû.

WAFA’yê diyar kir ku di êrişa li kolana Nefeqê ya li Xezayê de kesek hat kuştin û 2 kesên din birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di daxuyaniya xwe ya duh de ragihandibû ku ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve zêdetirî 38 hezar û 665 filistînî hatin kuştin.