Çeteyan agir berda daristanên Efrînê

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker û kesên li Efrînê hatine bicihkirin, agir berdaye daristana bajarê Raco ya Efrînê.

Çeteyan agir berda daristanên Efrînê
Çeteyan agir berda daristanên Efrînê
Çeteyan agir berda daristanên Efrînê
16 tîrmeh 2024   11:11
NAVNDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji saetên vê sibehê ve şewat li daristana gundê Hopka yê bajarê Racoyê yê kantona Efrîn û Şehbayê derketiye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şewat bi destê çeteyên artêşa Tirk a dagirker û kesên li bajar hatine bicihkirin hatiye derxistin û hate gotin çete û kesên li Efrînê bi cih bûne, ji bo çêkirina komir û firotina wan şewatan derdixin.

(bb)