Li Efrînê qirkirina xwezayê bê navber dewam dike

Çeteyên El Emşat li bajarê Mabeta yê Efrînê agir bi baxçe û daristanê xist.

Li Efrînê qirkirina xwezayê bê navber dewam dike
16 tîrmeh 2024   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Efrînê ku ji sala 2018’an de bi din dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, talankirin, qirkirin û şewitandina xwezayê bê navber dewam dikin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, çeteyên "El Emşat" ên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Mabeta yê Efrînê baxçe û darxistinên di navbera gundên Şîtka û Husê de şewitandine.

Di saetên vê sibehê de jî çeteyên "Ceyş El Wetenî" û kesên biyanî yên li herêmê bi cih bûne, agir bi daristana bajarê Racoyê xist. Her wiha çeteyên koma "Muntesir Billah" ên dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya çete Ebdullah Ebû Casim bi sedan darên zeytûnan ên şêniyên gundê Mabetayê birîn da ku bike komir û bifiroşe.

(şx)