Li Efrînê talankirina xwezayê didome; bi sedan dar birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Mabeta yê Efrînê bi sedan darên zeytûnan birîn.

Li Efrînê talankirina xwezayê didome; bi sedan dar birîn
16 tîrmeh 2024   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çeteyên "El Muntesir Billah" bi serkêşiya çeteyê bi navê Ebdullah Ebû Casim, bi sedan darên zeytûnan ên şêniyên bajarê Mabetayê yê kantona Efrîn û Şehbayê birîne.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên navborî darên şêniyê bi navê Remzî Egîd Hibo û gelek kesên din birîn.

Heman çavkaniyan da zanîn ku serçete Ebû Casim ê ji Hemayê û pismanê wî Ehmed Îbrahîm El Berho darên birîne, birine navendên xwe yên li gundê Erebo û Erebê Hemşelekê yên Mabetayê da ku li wir bifiroşin.

 (şx)