Cihên çeteyan di navbera Efrîn û Girê Spî de hatin guhartin

MÎTˊê çeteyên li Efrînê yên ku nêzîkbûna di navbera Tirkiyeyê û hikumeta Şamê de red dikin veguhastin Girê Spî yê dagirkirî, çete û malbatên Tirkmen ji Girê Spî anîn Efrîna dagirkir.

Cihên çeteyan di navbera Efrîn û Girê Spî de hatin guhartin
16 tîrmeh 2024   17:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku şeva berê heta vê sibehê hin çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ji ˊCeyş El Şerqiye, El Semirqendˊ ji gundên bajarên Cindirêsê û Mabeta tevî malbatên wan bi darê zorê di Ezaz, Bab û Cerablusê re veguhastin Girê Spî yê dagirkir. 

Hemwextî wê, rêxistinê anî ziman ku çeteyên Tirkmen ên ji Firqet El Emşat û Hemzat ji bajarê Girê Spî ber bi Efrîna dagirkirî ve hatin veguhastin. Ew çete yekser girêdayî dewleta Tirk a dagirker in.

Ew yek li ser paşxaneya piştgiriya ˊTevgera Rizgarkirin û Avakirinê (Hereket Tehrîr We El Bînaa)ˊ, xwepêşandêrên sivîl li bajarokên bkaurê Helebê li dijî dewleta Tirk a dagirker û gavên nêzîkbûna Tirkiye bi hikumeta Şamê re, pêk hat. Tevger Rizgarkirin û Avakirinê ji çeteyên Tirkiyeyê ˊCeyş El Şerqiye û Cebhet El Şamiyeˊ pêk tê.

Li gorî çavkaniyên ji rêxistinê re aşkera kiriye, çeteyên ji tevgerê daxwaza MÎTˊê ya şandina çeteyan bo Başûrê Kurdistanê da ku li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê şer bikin, red kir.

Li gorî agahiyên rêxistinê bi dest xistiye, MÎTˊê ji çeteyên Ehrar El Şerqiye, Ceyş El Şerqiye û Semirqend, weke cezayekê li ser redkirina wan a qebûlkirina şertên dewleta Tirk ji bo nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re, xwest ku ji gundewarên Efrînê derkevin.

Li gorî çavdêran, ew kiriyarên dewleta Tirk a dagirker dike, cureyek ji xelasbûna çeteyên xwe ye, da ku li ser çeteyên xwe yên Tirkmen li hin herêman garantiyê bike.

(fr)

ANHA