Çeteyan li Efrînê kesek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyek li bajarê Mabeta yê Efrînê revand.

Çeteyan li Efrînê kesek revand
16 tîrmeh 2024   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker duh şêniyê bi navê Ebdurehman Mistefa (49) yê ji Mabetayê li taxa Eşrefiye ya Efrînê revandiye. 

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku Mistefa beriya hefteyekê ji Tirkiyeyê hatibû derxistin û dema gihaştiye Efrînê, yekser hatiye revandin û hîna aqûbeta wî ne diyar e.

Sûcên çeteyan û dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî berdewam in. Çeteyên "Muntesir Billah" jî duh bi sedan darên fêkî li Mabetayê birîbûn.

(şx)