Rojnameyên erebî: Destwerdana Tirkiyeyê hîna jî lihevhatina li Sûriyeyê tehdît dike

Rojnameyan nivîsî ku destwerdana Tirkiyeyê hîna jî pêkanîna peymana di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de tehdît dike, her wiha nezelaliya biryara Trump der barê êrişa li ser Îranê de bandorê li ser rewşa Iraqê dike.

Rojnameyên erebî: Destwerdana Tirkiyeyê hîna jî lihevhatina li Sûriyeyê tehdît dike
31 ÇILE, 2026   10:48
NAVEND NÛÇEYA

Rojnameyên erebî yên ku îro li ser peymana di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û QSD’ê de û her wiha zêdebûna rageşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî Îranê û bandorên wê li ser Iraqê nivîsîn.

PEYMANA DI NAVBERA ŞAM Û KURDAN DE DYA’YÊ DILXWEŞ DIKE LÊ NE BI DILÊ TIRKIYEYÊ YE

Rojnameya El Ereb destnîşan kir ku peymana berfireh a ku roja Înê di navbera hikumeta Sûriyeyê û QSD’ê de hate ragihandin, bû cihê razîbûna DYA`yê lê Tirkiye jê ne razî ye ku ev yek di bertekên wê yên destpêkê de diyar bû.

Çavdêr dibêjin helwesta Tirkiyeyê ji vê rastiyê derdikeve ku "li gorî peymanê dê entegrekirina QSD’ê di nava tugayên artêşa Sûriyeyê de pêk were, ne bi awayekî ferdî wekî ku Enqereyê dixwest û wekî ku di peymana 18`ê Çileyê de hatibû destnîşankirin."

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Tirkiye dibêje yekbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi şiklê tugayan nabe sedema hilweşandina tevahî ya QSD`ê. Berevajî vê, ev yek Kurdan rehet dike. "

‘TÊ GOTIN ÊRIŞ DÊ YEKŞEMÊ PÊK WERE LÊ RÊYA TRUMP NE ZELAL E’

Der barê mijara Îranê de, rojnameya El Erabî El Cedîd diyar kir: "Nezelaliya li ser nêzîkatiya ku serokê DYA`yê Donald Trump li ser mijara Îranê, zêde dibe, ji ber zêdebûna rageşiyên di navbera Washington û Tehranê de piştî ku têkiliyên destpêkê yên di navbera her du aliyan de der barê sînordarkirina bernameya nukleerî ya Îranê û hilberandina mûşekên balîstîk de negihaştin encamekê.

Her çend Trump gelek caran hêviya xwe ya dûrketina ji çalakiya leşkerî li dijî Îranê aniye ziman û gotiye ew plan dike ku bi îraniyan re biaxive, nûçeyên ku ji çavkaniyên cuda derdikevin hîn jî nîşan didin ku êrişeke leşkerî ya DYA`yê li dijî Îranê nêzîk e, her çend dema wê ne diyar be.”

‘DI NAVA RAGEŞIYA DI NAVBERA ÎRAN Û DYA`Ê DE IRAQ LI KU YE?’

Rojnameya Independent diyar li Iraqê niha krîzeke siyasî ya kûr heye, li aliyekê DYA bi aşkera destwerdana di kar û barên navxweyî yên wê de dike û li aliyekî din û xetereya şerekî li Îrana cîran heye. Gelo ev yek dikare Iraqê dîsa bixe nava aloziya berê?

Piştî salên dirêj ên pevçûnan ku welat wêran kir û xist nava kaosê, Iraq di demên dawî hêdî hêdî aram dibû. Lê rewşa wê ya siyasî hîn jî bi nakokî û zehmetiya hevsengkirina têkiliyên bi Îran û DYA`yê re aloz e.

(k)