Di mehekê de 27 sivîl hatin kuştin

Li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de di meha Çileyê de 27 sivîl hatin kuştin.

Di mehekê de 27 sivîl hatin kuştin
31 ÇILE, 2026   10:50
NAVENDA NÛÇEYN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di meha Çileyê de li herêmên hikumeta demkî zarokek, 11 jin, zarokêk û 15 mêr hatine kuştin.

Der barê sûcan de, SOHR’ê diyar kir ku êriş bi mebesta diziyê, nakokiyên malbatî û sûcên din ku sedemên wan nehatin zanîn, hatine kirin.

SOHR’ê da zanîn ku van sûcan li Hums, Hema, Şam, gundewarên Şamê, Heleb, Dêrazor, Dera û Siwêdayê rû daye.

(b)