Rojnameyan veguherînên Îranê yên piştî şer û hevsengiya hêzên cîhanî nirxandin

Medyaya erebî diyar kir ku veguherînên Îranê yên piştî şer qonaxek nû ya di navbera nermbûn an jî tecrîdê de nîşan dide, di heman demê de rageşiyên zêde ji nû ve avakirina pergala ewlehiyê ya erebî hewce dike.

Rojnameyan veguherînên Îranê yên piştî şer û hevsengiya hêzên cîhanî nirxandin
4 gulan, 2026   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro li ser guhertinên di rewşa herêmî û navneteweyî de, rageşiyên li Rojhilata Navîn û guherîna hevsengiya hêzan, her wiha aloziya li Tengava Hurmuzê, nivîsîn.

NÎŞANÊN QONAXEK NÛ LI ÎRANÊ

Rojnameya El Bayan a Îmaratê diyar kir ku Îran dê venegere rewşa xwe ya berê û da zanîn ku "awayê bidawîbûna pevçûnê dê taybetmendiyên bingehîn ên Îrana nû diyar bike."

Rojnameyê destnîşan kir ku şerê dawîn encamên wê çi dibin bila bibin, rastiyek cûda afirandiye ku êdî vegerandina statuya berî 28`ê Sibatê pir dijwar e.

Li gorî rojnameyê, Îran dikare bi du rêyên nakok re rû bi rû bimîne: an veguherîna bo dewletek normal bi têkiliyên cîrantiyê yên baş re, an jî hîn jî bêtir ber bi tundrewî û tecrîdê ve biçe.

PÊDIVIYA JI NÛ VE AVAKIRINÊ

Rojnameya Indipendet Arabia nivîsî ku aloziyên heyî berdewamiyek dîrokî ya tevlihev di têkiliyên Ereb-Îranê de nîşan didin, ku erdnîgarî û dîrok di şekildana nakokiyan de bi hev re dibin yek.

Rojnameyê destnîşan kir ku pergala herêmî ya Ereb êdî nikare bi şêweya xwe ya kevin astengiyan derbas bike, bi taybet piştî kêmbûna bandora Yekîtiya Erebî, ku ev yek derî li ber hewcedariya pêşxistina pergalek nû ji bo ewlehiya giştî  vedike.

TENGAVA HURMUZÊ Û FIKARÊN CÎHANÎ

Rojnameya El Şerq El Ewsat ku cih da aliyên psîkolojîk û aborî yên Tengava Hurmuzê diyar kir ku tengav ji rêyeke enerjiyê ya stratejîk derbas dibe û dibe "cografyayek fikaran" ya cîhanî. Rojnameyê diyar kir ku tenê gotegotek li ser tengavê dikare bazarên borsayê yên cîhanî biguhezîne û ev yek jî têkiliya medyayê û aboriyê nîşan dide.

Rojnameyê tengav wekî ''xalek hevdîtinê di navbera sê cîhanan de ye: dewlet, bazar û civak" bi nav kir û ev nirxandin kir "Tengav ne tenê trafîka petrolê ya cîhanê ye, lê di heman demê de jiyana masîgiran û bazirganiya herêmî ji ber aloziyên leşkerî bandor dibe.''

Li gorî rojnameyê, şer li tengavê ji valahiyekê çênabe, lê belê bandorê li toreke mirovî û aborî ya tevlihev dike.

(k)