Rejîma Îranê 3 kesên din bi darve kir

Daneyên darvekirinê yên bi hêncetên cuda ji aliyê rejîma Îranê ve her ku diçe zêdetir dibin îro jî  3 kesên din bi darve kir.

Rejîma Îranê 3 kesên din bi darve kir
4 gulan, 2026   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera nûçeyan a Mîzanê ya ser bi Dezgeha Dadwerî ya Îranê, sê kesên  tevlî xwepêşandanên dawî yên Îranê bibûn, hatine darvekirin.

Hate diyarkirin ku her 3 kesên bi navê Mehdî Resûlî, Mihemed Riza Mîrî û Îbrahîm Dewletabadî, li Meşhedê danê siharê hatine darvekirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ve, heta niha herî kêm 30 girtî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.