Li DYA'yê di encama gulebaranê de 10 kes birîndar bûn

Li nêzîkî Gola Arcadia ya li Oklahomayê di encama gulebaranê de 10 kes birîndar bûn.

Li DYA'yê di encama gulebaranê de 10 kes birîndar bûn
4 gulan, 2026   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (3 Gulan 2026) dema şahiyekê ku li nêzîkî Gola Arcadia ya Oklahomayê ya Amerîkayê pêk hatibû gule hatin reşandin. Hate diyarkirin ku di encama gulebaranê de 10 kes birîndar bûn.

Berdevka Polîsên Edmondê, Emily Ward got, derdora saet 9'ê êvarê de agahî hatin wergirtin ku di kombûneke ciwanan de gule hatin teqandin û birîndar çêbûn. Berdevka Polîsan destnîşan kir ku birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Her wiha anî ziman ku dibe hin birîndar din hebin ku bi erebeyên xwe çûbin nexweşxaneyan.

Hêzên ewlekariyê dora cihê bûyerê girt.

Gola Arcadia li bakurê Oklahoma Cityê ye ji bo kampkirin û masîgiriyê cihek giştî ye.

(bb)