Rojnamevan Silêman Ehmed 88 rojin windaye

Rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin, 88 roj in tu agahî nayên girtin.

Rojnamevan Silêman Ehmed 88 rojin windaye
20 ÇILE, 2024   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.

Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. 

Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed tu agahî parve nekirine.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK'ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.