Li Reqayê 4 barizgan û bikarhênerên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê 4 bazirgan û bikarhênerên hişbirê girtin û destnîşan kir ku xebatên wan ên têkoşîna li dijî hişbirê û bazirganên dê didomin.

Li Reqayê 4 barizgan û bikarhênerên hişbirê hatin girtin
Li Reqayê 4 barizgan û bikarhênerên hişbirê hatin girtin
20 ÇILE, 2024   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh li Reqayê 4 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir girtin.

Navendê da zanîn ku Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê di 10'ê Çileyê de 4 kes bi tohmeta bikaranîn û bazirganiya hişbirê li Reqayê girtine û ew veguhastine dozgeriya giştî.

Li gel wan kesan 25 gram krîstal, 6 hezar û 76 hebên Captagon, lûleyeke cam a ji bo bikaranîna krîstalê û çekek hatine desteserkirin.

Hêzan destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe li hember hişbirê û bazirganên wê bidomînin û bang li şêniyan kir ku têkildarî rewşên gumanbar yekser agahiyê bidin wan.

(mh)