Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk gef li YNK`ê xwar, Îran pergala xwe ya hewayî test dike

Rojnameyên erebî têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, rewşa Îranê û bandorên aloziya li Deryaya Sor nivisîn.

Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk gef li YNK`ê xwar, Îran pergala xwe ya hewayî test dike
20 ÇILE, 2024   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî tevgerên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê nûçeyek bi sernavê "Tirkiye binkeftina operasyona xwe ya leşkerî dixe stûyê YNK`ê" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ku tawanên dewleta Tirk ên li dijî YNK û PKK`ê, metirsiyên wê rave dike ku her du partî bi hêz vegerin qada siyasî ya Iraqê, her wiha ditirse ku li Başûrê Kurdistanê navendek li dijî siyasetên wê yên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ava bibe.

Bi nêrîna rojnameyê, gava dewleta Tirk bi astengbûna operasyona wê ya leşkerî ya li dijî PKK`ê û zêdebûna xisar û windahiyên wê ve girêdayî ye. 

‘ÎRANÊ LI GEL ALOZIYÊN HERÊMÎ JÎ RAHÊNANÊN HEWAYÎ KIRIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek parve kir û di nûçeya xwe de ragihand ku Îranê rahênanên hewayî bi rêya balafirên bêmirov ku dikarin armancên dijber tune bikin, ji beravên xwe yên başûrê rojava heta beravên başûrê rojhilat li dar xistin. Rojnameyê lidarxistina rahênanan bi aloziyên li herêmê ve girê da.

Di rojnameyê de hate bibîrxistin ku berdevkê artêşa Îranê gotiye: "Hêzên Îranê bi awayekî serkeftî stratejiyeke nû ya parastina hewayî bi rêya balafirên bêmirov ku dikarin armancên dijber tune bikin, dest pê kir.”      

Li gorî agahiyên rojnameyê, herêma rahênan lê hatiye lidarxistin, ji bajarê Ebadan ê başûrê rojavayê Îranê heta Tişabihat ê li başûrê rojhilatê welêt e.

‘ALOZIYA LI DERYAYA SOR BAZIRGANIYÊ ASTENG DIKE’

Li gorî tora El Hura, aloziya li Deryaya Sor bazirganiya li Ewropayê qels dike û êdî bi awayekî neyînî bandorê lê dike ku dibe li ser asta aborî valahiya di navbera Asya û DYA`yê de firehtir bike.

Tora El Hura diyar kir ku di 3 salan de, ev cara duyemîn e aloziya li derdora Ewropayê gef li aboriyê dixwe ku qels bibe. DYA jî ji dûr ve vê rewşê dişopîne.

(şx)