Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişand ser şerê li herêmên Durziyan, aloziya rêvebirinê ya Filistînê û veguhertinên stratejîk ên bi pêşengiya serokê Çînê di pergala global de.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
2 gulan, 2025   10:44
NAVENAD NÛÇEYAN

Şerê li deverên Durziyan, daxwaza avakirina eniya rizgarkirina Filistînê, her wiha siyasetên Çînê yên li ser pergala global, manşetên îro yên rojnameyên erebî ne.

‘ZÊDEBÛNA PEVÇÛNAN LI DEVERÊN DURZIYAN BEŞEKE PAŞXISTÎ YA ŞERÊ NAVXWEYÎ YE’

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişand ser şerê li herêmên başûrê Şamê yên di navbera çekdarên Durzî û hêzên desthilata Şamê û komên alîgirên wê de. Rojnameyê ev şer wek “beşeke paşxistî ya şerê navxweyî yê Sûriyeyê pênase kir” û wiha nivîsand: "Ev bûyer berdewama aloziyên mezhebî nîşan dide. Piştî hilweşandina Esed xîtaba tolhildana mezhebî ji aliyê hin komên sunnî ve vegeriya. Vê xîtabê kêmnetewe yan yên ku piştgiriya rejîma berê dikir an jî bêalî man, wekî Durziyan, hedef girtin."

‘HER SÊ MÊR ÇAWA DIFIKIRIN?’

Rojnameya Şerq El Ewsat, serokê Çînê Xi Jinping ji "3 zilamên" herî girîng ên ku pergala cîhanê ya nû ava dikin, li kêleka serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê DYA’yê Donald Trump, destnîşan kir.

Li gorî rojnameyê; Xi Jinping ku ji serokên beriya xwe cuda ye, dixwaze ji serkeftina aborî ya Çînê wêdetir biçe û bi rêya têkbirina hegemonyaya hêzên rojavayî, xurtkirina hêza dewlet û Partiya Komunîst li welêt û kontrola tund a li ser qadên dîjîtal, medya û çandî, pergala global ji nû ve saz bike.

Li gorî nêrînekê ku demokrasiya rojavayî wek gefeke hebûnî li ser yekitiya Çînê dibîne, her ku Çîn ji hêla aborî ve bi pêş diçe, ew tecrîda îdeolojîk zêde dike û rê li ber têketina ramanên demokratîk digire.

‘DAMEZIRANDINA ENIYA RIZGARIYA FILISTÎNÊ... KAREKÎ GIRÎNG E KU NAYÊ PAŞXISTIN’

Rojnameya El Quds El Erebî banga avakirina Eniya Rizgariya Neteweyî ya Filistînê kir û îdia kir: "Rewşa siyasî ya Filistînê gihaştiye xaleke bêveger, ji ber ku rêveberiya fermî nikare bi şerê înkarê yê ku gelê Filistînê li Xezayê û Şerîaya Rojava mijûl bibe ku zêdetirî 18 mehan e pê re rû bi rû ye.”

Rojnameyê bal kişand ser têkçûna civîna dawîn a Meclisa Navendî ya Filistînê ku di medyayê de wek bûyereke girîng hate nîşandan. Hate gotin, civîn bêyî biryareke zelal an daxuyaniyekê bi dawî bû, lê tenê mafê hilbijartina cîgirekî da serok Ebas. Rojnameyê bi tundî rexne li axaftina Ebas kir û ew wek "êrişkar" bi nav kir. Her wiha îdia kir ku desthilata Filistînî bûye dîlê zextên derve, ji civakê û qurbaniyên berxwedanê qut bûye.

Rojnameyê banga "konferanseke neteweyî ya berfireh a dûrî nakokiyên şexsî û berjewendiyên teng" kir da ku dozê ji hilweşînê rizgar bike.

(bb)