DYA’yê binpêkirinên li dijî Durziyan şermezar kirin

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê êrişên li dijî Durziyan şermezar kirin û ji desthilata Şamê xwest ku hesab ji êrişkaran bipirse û ji bo avakirina Sûriyeyeke ewle bixebite.

DYA’yê binpêkirinên li dijî Durziyan şermezar kirin
2 gulan, 2025   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Tammy Bruce bi daxuyaniyekê êrişên li ser Durziyên ên li Sûriyeyê şermezar kirin û got: "Tundî û provokasyonên vê dawiyê yên li yên li dijî Durziyên li Sûriyeyê cihê şermezariyê ye û nayên qebûlkirin.”

Tammy Bruce banga hesabpirsînê kir û wiha got: “Divê desthilat şer rawestîne, hesab ji failên tundî û êrişên li dijî sivîlan bipirse û ewlehiya hemû sûriyeyiyan misoger bike.”

(bb)