Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî diyar kir ku di pêvajoya derbasbûnê ya Sûriyeyê de pêdivî bi helwesteke nû ya li ser bingeha pêkanîna aştiya navxweyî, mîsogerkirina azadî û demokasiyê heye. Rojnameyan têkildarî serdana emîrê Qeterê jî da zanîn ku armanc jê ew e ku rewşa nû li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
31 ÇILE, 2025   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da serdana emîrê Qeterê ya li Sûriyeyê û piştperdeyên wê, pêvajoya derbasbûnê û rewşa Xezayê.

’QETER BI SERDANA ŞÊX TEMÎM A LI SÛRIYEYÊ Û HEVDÎTINA WÊ BI EHMED EL ŞERÎ RE DESTKEFTIYÊN XWE NÎŞAN DIDE’

Rojnameya El Ereb hatina emîrê Qeterê ya li Sûriyeyê û hevdîtina wî ya li gel serokê HTŞ’ê nirxandin.

Rojnameyê diyar kir ku emîrê Qeterê Şêx Temîm lîderê Ereban ê yekemîn e ku piştî hilweşandina rejîma Esed serdana welat dike.  Rojnameyê destnîşan kir “Ev serdan teqeziyê li ser vê yekê dike ku Qeter rewşa biguman û helwesta herêmî ya li hemberî Sûriyeyê bi kar bike da ku rewşê kontrol bike û bermahiyên binkeftina xwe ya berê ya destekkirina bihara Ereban ji holê rake."

 Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku ya girîng ji bo Qeterê ew e ku baweriyê bi tevahî hêzên sûriyeyî re ava bike da ku planên wê yên girîng ên siberojê mîna xeta gazê ya ji Qeterê ber bi Ewropayê ve têk neçin, di heman demê de ji bo sûdê ji plana hevbeşa li gel Tirkiyeyê werbigire ku dixwaze rewşa nû ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.

SÛRIYE Û PÊVAJOYA DERBASBÛNÊ

Rojnameya El Xelîc jî cih da pêvajoya derbasbûnê ya li Sûriyeyê û ev nirxandin kir " Piştî rûxanadina rejîma Beşar Esed, divê Sûriye were guhertin da ku cih, rol û silametiya xwe vegerîne û ji bin barên giran ên salên şer û pêkanînên navneteweyî yên ku gelê Sûriyeyê westandibû, derkeve."

Rojnameyê diyar kir ku pêdiviya Sûriyeyê bi çarçoveyek destûrî heye ku taybetmendiyên qonaxa paşerojê diyar dike û wiha hat domandin "Têr nake ku El Şeri behsa qonaxeke borî û parastina aştiya sivîl û pêkhateya geşepêdana aborî û vegerandina rewşa Sûriyê ya herêmî û navneteweyî bike. Lê pêdivî bi hizireke nû ya li ser bingeha pêkanîna aştiya navxweyî, pêşxistina yekitiya nîştimanî, venegera li intiqam, dûrxistin û kolekirinê heye. Divê qanûn di ser her kesî re be. Divê azadî û demokrasî wek bingehê rêvebirinê bên mîsogerkirin."

’DEMA KU RIZGARKIRIN DIBE KOÇBERKIRIN Û VEGER’

Rojnameya Şerq El Ewsat ku cih daye rewşa Xezayê wiha nivîsî: "Hêvî vê carê zêde bûne ku bi rûxandina rejîma Sûriyeyê re û rizgarkirina Xeza û Filistînê ji Hemasê,  Lubnan ji bin kontrola Hizbullahê were rizgarkirin. Lê heya niha xuya dike ku rewşa mîna ya beriya şerê Xeza û Lubnanê ye. Hemas mîna ku tiştek neqewimiye hîna hêza xwe nîşan dide."

Li gorî rojnameyê, ji dehan salan ve bi hatina serdema milîsan re, şer bûne "şerên nîşandana hincetan, ne rxwizgarkirinê", û gel li pey milîsan dimeşe, di heman demê de ku welat û desthilatdarî bêdawî dişkînin."

Rojnameyê diyar kir ku "ji dehên salan û vir ve û bi derketina komên paramîlîter, şer bûye şerên hêncetan ne şerên rizgariyê, gel jî dide dû wan koman, dewlet û desthilatdarî jî ji hev dikevin û tune dibin."

(bb)

ANHA