Ji kameraya ANHA'yê şopên dagirkeran

Nûçegihana ANHA'yê li ser Bendava Tişrînê ku ev 24 rojin çalakiya gel li wir didome, şopên êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, ragihandin.

Ji kameraya ANHA'yê şopên dagirkeran
Ji kameraya ANHA'yê şopên dagirkeran
Ji kameraya ANHA'yê şopên dagirkeran
Ji kameraya ANHA'yê şopên dagirkeran
Ji kameraya ANHA'yê şopên dagirkeran
Ji kameraya ANHA'yê şopên dagirkeran
31 ÇILE, 2025   11:21
KOBANÊ
DÎCLE EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên dagirkerî û qirkirinê li ser Bendava Tişrînê zêdetir kirine.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileyê ve bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, çalakiya nobetê li dar dixe. Ji tevahî herêman gel li gorî koman nobeta parastina bendavê digire.

Dewleta Tirk a dagirker ku bi balafirên bêmirov ên biçek êriş kirin û sûcên şer li dijî 7 karwanên sivîlan kirin. Di encamê de heya niha 24 welatî şehîd bûne.

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî gel bi wêne û dîmenan hatin belegekirin.

16’ê Çileyê dema karwanê duyemîn ê gelê Kobanê diçû bendavê, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker êriş pêk anî. Di encamê de jina bi navê Hêza Mihemed û hevjînê wê Edhem Mistefa Weyso şehîd bûn.

Di encama êrişên li ser bendavê de 7 rojnamevan birîndar bûne, 3 xebatkarên tenduristiyê şehîd bûne û 3 jî birîndar bûne. Her wiha bi dehan erebeyên welatiyan û ambulans şewitîne.

(bb)