Ji Nêrgiz Mihemedî peyam

 Girtiya Siyasî Nêrgiz Mihemedî têkildarî cezayê darvekirinê yên rejîma Îranê peyamek belav kir.

Ji Nêrgiz Mihemedî peyam
31 ÇILE, 2025   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiya Siyasî Nêrgiz Mihemedî ragihand ku têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê mijareke exlaqî, siyasî û mafê mirov e.

 Nêrgiz Mihemedî bal kişand ser dayîna cezayê darvekirinê yê ji aliyê rejîma Îranê ve û got: “Rejîma Îranê dixwaze dayîna cezayê darvekirin di nava civakê de belav bike, her wiha dengê xwepêşandan û nerazîbûnan qût bike. Têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê mijareke exlaqî, siyasî û mafê mirov e û li bendê ne ku bi zextên bê kirin Îran dawî li dayîna cezayê darvekirinê bîne”

 Banga têkoşîna li dijî darvekirinê

 Mihemedî anî ziman ku tevliîbûna aliyên din ên li dijî cezayê darvekirinê tim bandora xwe bûye û got: “Pêngava li dijî cezayê darvekirinê dibe bibe xwedî taybetmendiyek ku yekîtiya navbera hêzên demokratîk ava bike.”

 Çalakvana Mafên Mirovan û xwedî xelata Nobelê ya aştiyê Nêrgiz Mihemedî temenê wê 52 sal e û di nava 20 salên borî de nêzî 10 salan hatiye girtin. Mijdara 2021’an li Girtîgeha Evînê meha Hezîran sala borî jî bi hinceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ saleke din ceza lê hatiye birîn.

 Hêjayî bîbîrxistinê ye ji ber emelyata Nêrgiz Mihemedî hate kirin bi mercê sê hefteyan hate azadkirin.