Rojevên hefteyekê yên rojnameyên erebî
Çeteyên El Emşat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundên Elewiyan guhertina demografîk û siyasetên qirkirina etnîkî pêk tînin. biryara desthilatdarên Urdunî ya qedexekirina Ixwan El Muslimîn, ev biryar bû sedema gengeşeyên mezin derbarê encamên wê yên siyasî û ramyarî de.

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de bal kişand ser kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyeyê, biryara wezîran a Urdunê ya ji bo qedexekirina rêxistina Ixwan El Muslimîn û dan û standinên Washington û DYA’yê.
Rojnameya El Ereb li ser guhertina demografîk a li gundên Elewiyan ên li parêzgeha Hema ya Sûriyeyê ku ji aliyê çeteyên "El Emşat" yên bi serkêşiya Ebû Cabir El Xetabî ve tê kirin, nivîsî.
Rojnameyê diyar kir ku çete El Xetabî niştecihên resen ê gundê Arza yê Elewiyan ê li Sehil El Xab ê Hemayê koçber kirin û koçberên li bajarokê xwe "Xetab" li gundê Arazayê bi cih kirin û navê gundê Arza kir "Xetaba Nû". Rojnameyê ev pêngav wek "Qirkirina taîfî û guhertina demografîk a bi darê zorê li bakurê rojavayê Sûriyeyê" nirxand.
Rojnameyê destnîşan kir ku guhertina demgorafîk di medyaya civakî de zêde hat rexnekirin. Hate gotin, fikar li ser çarenûsa ol û taîfeyên din ên li herêmê, bi taybetî li ser Elewiyan, zêdetir dibe.
QEDEXEKIRINA IXWAN EL MUSLIMÎN... DI NAVBERA SIYASET Û RAMANÊ DE
Piranîya rojnameyên erebî bal kişandin ser biryara desthilatdarên Urdunî ya qedexekirina Ixwan El Muslimîn, ev biryar bû sedema gengeşeyên mezin derbarê encamên wê yên siyasî û ramyarî de. Rojnameya El Ereb ev qedexe weke nîşana ku "Qiralîtî êdî bawer nake ku islamî bêne kedîkirin" nirixand, rojnameya El Xelîc gotareke bi sernavê "Ixwan El Muslimîn ên Urdunê... Dawî" weşand, di heman demê de El Şerq El Ewset sernavek ku dualîtiya gotûbêjên berdewam nîşan dide weşand: " Qedexekirina Ixwan El Muslimîn... Di Navbera Siyaset û Ramanê de. "
El Şerq El Ewset bal kişand ser çarenûsa Eniya Kar a Îslamî, baskê siyasî yê Ixwanan, ku di 1992 de hatiye damezrandin. Rojnameyê her wiha dîroka pêwendiya gemarî ya di navbera Ixwanan û dewleta Urdunê de, ku li dijî tevgerên çepgir û neteweperest hevalbendî dikirin. "
ASOYÊN DAN Û STANDINÊN NUKLEERÎ YÊN AMERÎKA Û ÎRANÊ
Rojnameya El Xelîc cih da dan û standinên nukleerî yên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de. Rojnameyê destnîşan kir ku dan û standinên di navbera her du aliyan de di çarçoveya zextên li ser her duyan de têne kirin û wiha domand "Îran ji ber rewşa aborî ya giran û kêmbûna bandora wekîlên xwe di nava aloziyekê de ye. Di heman demê de Washington hewl dide ku serkeftinan li derveyî welêt bi dest bixe da ku têkçûnên xwe nemaze li Ukrayna û Rojhilata Navîn telafî bike."
Rojnameyê da zanîn ku Tehran dizane Washington yekane alî ye ku dikare polîtîkayên Îsraîlê yên li hember tesîsên wê yên nukleerî sînordar bike.
Rojnameyê bal kişand ser tora duyemîn a dan û standinên Tehran û DYA’yê de jî bi bîr xist ku dan û standin di atmosfêreke erênî de bi dawî bûn. Hate gotin lihevkirineke muhtemel a her du aliyan de dê ji bo siyasetên Trump guncaw be da ku destkeftiyên xwe, di serî de dijbertiya wî ya li hemberî peymana Obama ya 2015’an nîşan bide. Her wiha hate destnîşankirin Îran hewl dide ku peyman bi cih were û cezayên li ser xwe rake, lew ra Trump wekî kesî her guncaw dibîne da ku peymaneke mayînde pê re îmze bike.
Li gorî rojnameyê, mîsogerkirina serxistina van dan û standinan beriya 18’ê Cotmeha 2025’an (roja bidawîbûna Plana Çalakiyê ya Hevbeş a Berfireh (JCPOA) û Biryarnameya 2231 a Neteweyên Yekbûyî) welatên Kendavê jî di nav de hemû aliyan eleqedar dike. Hate diyarkirin ku ev plan çarçoveya yasayî ya navneteweyî ji bo peymana nukleerî peyda dike, lew ra mîsogerkirina wê wekî pêdiviyeke herêmî û navneteweyî tê dîtin.
(bb)