Erebistana Siûdî êrişên Hûsiyan têk birin

Erebistana Siûdî ragihand ku wê 6 mûşekên balîstîk ên ji aliyê Hûsiyan ve hatibû avêtin asteng kirin.

Erebistana Siûdî êrişên Hûsiyan têk birin
24 îlon, 2026   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Berdevkê ‘‘Koalîsyona Piştevaniya Rewa‘‘ ya Yemenê Tirkî El Malikî, Erebistana Siûdî ragihand ku wê 6 mûşekên balîsîk ên ji aliyê Hûsiyan ve hatibûn avêtin, bêbandor kirin.

Berdevek diyar kir ku pergala parastina hewayî hewldana hedefkirina Taîf û Yenbeê têk bir.

(bb)