Keştiyeke gazê dema ji Hurmuzê derdiket derbe xwar

Desteya Çalakiyên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê ragihand ku keştiyeke gazê dema ji tengava Hurmuzê derket bi topekê derbe xwar. Desteyê da zanîn ku tu zerar li ekîba keştiyê nebû.

Keştiyeke gazê dema ji Hurmuzê derdiket derbe xwar
21 îlon, 2026   22:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Çalakiyên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku keştiyeke gazê dema ji tengava Hurmuzê derket bi guleyek nenas derbe xwar û zerar lê bû. 

Desteyê da zanîn ku rewşa tevahî endamên ekîbê baş e û keştiyê rêya xwe domand.

Desteyê destnîşan kir ku desthilatê der barê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin da ku jêdera guleyê û berpirsên wê nas bike.

(bb)