Li Kanadayê ajokarekî da nava girseyê: Gelek kes mirin
Li bajarê Vancouver ê Kanadayê, di festîvalekê de ajokarekî bi wesayitê da nava girseyê. Gelek kes mirin.

Polîsên xwecihî ragihandin ku li bajarê Vancouver ê Kanadayê ajokarekî di festîvalekê de bi wesayitê da nava girseya gel. Hate ragihandin ku di encamê de gelek kes mirin.
Bûyer bi dema herêmî saet di 20.00 de li nêzî kolana Fraserê qewimî ku Festîvala Lapu Laup Day Block Party pêk dihat.
Polîsên Vancouverê li ser X'ê daxuyaniyek dan û gotin, "Gelek kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. "
Hate ragihandin ku ajokar hatiye binçavkirin.