ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27 - 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27 - 4 – 2025
27 nîsan, 2025   02:00

Endamên PYD’ê diyar kir ku helwest û kiryarên dewleta Tirk a dagirker der barê banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civakek demokratîk de ji hev cuda ne û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê şert e.  

Deriyên darîn ên kevnar ku li kolanên bazara rojhilatê bajarê Reqayê xuya dikin ku bi navê Bazara Quwatlî tê naskirin, şahidên dîroka vê bazara kevnar in ku temenê wê zêdetirî sed salî ye.

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê bi armanca berfirehkirina qadên hêşîn ên bajêr, projeyeke mezin a avakirina meştela çandina daran da destpêkirin.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ne tenê li ser Kurdistan û Tirkiyeyê, bandoreke mezin li Rojhilata Navîn jî kir.

Di "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" de ya ku duh li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin, partî û hêzên siyasî yên Kurdî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa dabeşbûn û parçebûnê ya ku berê tê de dijiyan, derbas kir. Ev konferans yek ji gavên pêşîn ên pratîkkirina banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan e.

Nobedarên Tişrînê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û got: "Ev konferans bi saya fedakariyên şehîdan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan pêk hat."

Yek ji nûnerê Êzidiyan di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de amade bûbû destnîşan kir ku ew para xwe ya herî mezin ji yekitiyê werdigirin.

Li gorî biryarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku di 23’yê Çileyê de, ji bo hêsankirina kar û barên koçberên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dixwazin vegerin herêmên xwe, 80 malbat ji kampa Holê, bi çavdêriya Desteya Kar û Barên Civakî derdikevin û diçin Dêrazorê, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN