Şerê bi Îranê re û tevgera Îsraîl bûn rojeva rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî bal kişand ser şerê DYA-Îsraîlê û bandorên wî yên li ser enerjiyê û tevgera deryayî, li aliyeke din jî bal kişand ser tevgera Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê û piştgiriya komên herêmî.

Şerê bi Îranê re û tevgera Îsraîl bûn rojeva rojnameyên erebî
22 îlon, 2026   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îsraîlê, tevgera Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê û bandorên wî yên li ser siberoja Sûriye û herêmê nirxandin.

ŞERÊ LI DIJÎ ÎRANÊ… HURMUZ Û BAB EL MENDEB

Di rojnameya El Ehram de bi sernavê “Di navbera Hurmuz û Bab El Mendeb de dê kî ser bikeve?” gotarek hat weşandin.

Di gotarê de hat destnîşankirin ku şer hiştiye ku Tengava Hurmuzê careke din derbasî nava şer bibe, Hurmuz bûye yek ji kaxezên girîng ên hêza ku pê li hemberî hev derdikevin û Bab El Mendeb jî beşeke berfirehtirbûna şer e.

Di heman rojnameyê de bi sernavê “Li ser Hurmuz û Bab El Mendeb şer heye, Îran jî ji bo guhertina erdîngariya şer gefan dixwe û Trump sozên ji bo tiştekî mezintir dide” nûçeyek hat weşandin. Di nûçeyê de behsa şantajên Îranê yên têkildarî berfirehkirina asta êrişan û gotinên Trump ên têkildarî pêşniyarên nû yên li hemberî Tehranê hate kirin.

Rojnameya El Quds El Erebî di gotareke bi sernavê “Amerîka-Îran; şerê di bin xweliyê de” destnîşan kir ku Hurmuz û Bab El Mendeb bi hev ve girêdayî ne, ew jî yekser bandorê li ewlehiya enerjiyê, çûn û hatina deryayî û hewldanên berfirehkirina şerê herêmî dike.

‘ÎSRAÎL LI SIWÊDAYÊ YE’

Di rojnameya El Xelîc de bi navê “Îsraîl li Siwêdayê çi plan dike?” gotarek hat weşandin. Behsa destwerdana Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê hat kirin û hat destnîşankirin ku serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu û wezîrê parastinê Yesraîl Kats di bin navê rizgarkirina Durziyan de destwerdaneke leşkerî li Siwêdayê dikin.

Rojnameyê armancên tevgera Îsraîl bi piştgiriya komên herêmî yên li Siwêdayê ve girê da.

Rojnameyê bal kişand ser biçekkirin û perwerdekirina komên li Siwêdayê û da zanîn ku geşedanên li parêzgehê ji tevgerên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê cuda nayên dîtin.

(sb)