ROJEVAN NAVENDA NÛÇEYAN A 31 – 5 - 2024

ROJEVAN NAVENDA NÛÇEYAN A 31 – 5 - 2024
31 gulan, 2024   02:00

Malbatên şehîdan ên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarên desthilatên Tirk ên bi navê ˊCezayên Dîsplînêˊ yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got bê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya wan temam nabe.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

P.Ç.D.K-Sˊê û Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyê diyar kir ku li gel êriş û xeteriyên aloziyên li seranserî cîhanê zêde dibin pêwîstî bi pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurdî heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Materyalên perwerdeyê yên dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê li gorî şert û mercên nû bên guhertin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Profesorê zanistên siyasî yê Zanîngeha El Qudisê Dr. Eymen El Reqeb anî ziman ku ruxmî hewldanên DYAˊyê di dosyaya normalîzekirinê de, lê belê Washington nikare normalîzekirina di navbera Siûdiye û Îsraîlê de bigihîne serî. (BI WÊNE)

Şaredariya Gel a bajarê Şedadê bi xwespartina li enerjiya altarnatîf projeya ronîkirina têketina başûr ber bi dawiyê ve dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî ku cotkarên sebzeyan berhemên xwe daxistin sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, buhaya sebzeyan bi awayekî balkêş erzan bû. Hemwextî wê cotkaran bang kir ku piştgiriya qada çandiniyê ji vê bêtir bê kirin ji bo ku bi pêş keve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê şahiyekê li gundê Hîmo yê bajarê Qamişlo li dar dixe. Saet di 17:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa şervanê Hêzên Xweparastinê Silêman Yûsif li goristana şehîd Xebat oxir dikin. Saet di 18:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)