Materyalên dibistanan tên guhertin

Materyalên perwerdeyê yên dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê li gorî şert û mercên nû bên guhertin.

Materyalên dibistanan tên guhertin
Materyalên dibistanan tên guhertin
Materyalên dibistanan tên guhertin
Materyalên dibistanan tên guhertin
Materyalên dibistanan tên guhertin
Materyalên dibistanan tên guhertin
Materyalên dibistanan tên guhertin
Materyalên dibistanan tên guhertin
Materyalên dibistanan tên guhertin
Materyalên dibistanan tên guhertin
31 gulan, 2024   05:06
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Saziya Materyalan (Minhacan) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê materyalên dibistanên seretayî, navîn û amadehî ku herî dawî 2021’yan hatibûn nûkirin, biguherîne.  

Li gorî agahiyên saziyê, dê materyalên bi zimanê Kurdî û Erebî werin guhertin.

GUHERTIN LI SER 3 ASTAN ÇÊDIBE

Ji bo ku guhertin bandorê li ser perwerdekirina xwendekarên niha li refên cuda dixwînin neke, wê guhertin bi beşan bê pêkanîn.

Di beşa yekem de wê materyalên refên 1, 4, 7 û 10’an werin guhertin. Tê plankirin ku ev guhertin di havîna 2024’an de temam bibe û ji bo sala xwendinê ya 2024-2025’an amade bibin.

Refên 2, 5, 8 û 11’an jî wê li gorî vê guhertinê dom bikin. Lewma di beşa duyemîn de wê havîna 2025’an materyalên van refan bên guhertin. Ev materyal dê sala xwendinê ya 2025-2026’an bên bikaranîn.

Di beşa sêyemîn de jî wê materyalên refên 3, 6, 9 û 12’an li gorî guhertinên beşa duyemîn werin guhertin. Ev guhertin jî wê di havîna 2026’an de bên çêkirin û di sala xwendinê ya 2026-2027’an de li dibistanan bên belavkirin.

PÊŞNIYARÊN MAMOSTEYAN HATIN GIRTIN

Endamê Rêveberiya Saziya Materyalan Darşîn Xelîl derbarê mijarê de agahî dan ANHA`yê û da zanîn ku wan hemû materyal ji nû ve di ber çavan derbaskirine. Xelîl diyar kirk u ji bo guhertinê pêşniyarên mamoste û şagirtan jî girtine.

ZIMANÊN PÊKHATEYAN

Li gorî Darşîn Xelîl, xwendekaran heta refa 3’yan tenê bi zimanê xwe yê dayikê (Kurdî yan jî Erebî) perwerde didît. Ji 4’an ve jî zimanên pêkhateyên din (Kurd, Ereb) wekî dersekê dihat dayîn. Lê wê di guhertina nû de xwendekar ji refa 3’yan ve dersa zimanên pêkhateyên din bibînin. Zimanên biyanî (Ingilîzî) jî heta niha ji 5’an ve dihat dayîn, lê wê bi guhertina nû re ji refa 4’an ve werin dayîn. 

Darşîn Xelîl da zanîn ku ew bi armanca pêşxistina aliyê pedegojî û zanistê dixwazin van guhertinan çêbikin û got: “Em dixwazin di sîstema perwerdeyê de feraseta ezberkirinê ji holê rakin, aliyê lêgerînê yê xwendekaran pêş bixin.”

MATERYALÊN BI ZIMANÊ SURYANÎ JÎ DÊ BÊN AMADEKIRIN

Li gorî Hevpeymana Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî zimanên fermî ne. Lewma hemû biryar û belgeyên fermî, her wiha pergala perwerdeyê wê bi van zimanan çêbibe.

Ji bo amadekirina pergala perwerdeyê ji bo her zimanekê komîteyek amadekirina materyalan ji destpêkê ve hatiye avakirin. Materyalên bi Kurdî û Erebî tên amadekirin, tê payîn ku materyanlên bi zimanê Suryanî jî di demên pêş de werin amadekirin.

(a)

ANHA