Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê danasîna namzetên xwe didomîne

Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê namzetên xwe yên hilbijartinên şaredariyê li bajarên Dêrik û Şedadê dan nasîn.

30 gulan, 2024   23:31
QAMIŞLO

Şahiya propagandaya hilbijartinan a Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê li parka Dîcle ya bajarê Qamişlo li dar ket. Tê de bi dehan welatî beşdar bûn.

Namzetên hevbendiyê xwe û bernameya xwe ya hilbijartinî bi şêniyên bajêr re dan nasîn.

Herdu namzetên hevbendiyê yên ji bo hevseroketiya şaredariya Dêrikê Ciwan Hesen û Barîn Ebdî armancên hevbendiyê û bernameya wê şîrove kirin û destnîşan kir ku ew ê ji bo xizmeta welatiyan xebatê bikin.

Piştre koma Cûdî stran pêşkêşanda û beşdaran govend gerandin.

ŞEDADÊ

Li bajarê Şedadê ji bo nasîna namzetên Hevbendiya Gelan û Jinan a ji bo azadiyê, çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de Rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Şedadê Fadil El Ehmed diyar kir ku ev hilbijartin ji bo pêkanîna demokrasî û biratiya gelan e, da ku civata navneteweyî rastiya rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fêm bike.

El Ehmed diyar kir ku gelê herêmê tevî gefên dewleta Tirk a dagirker û zehmetiyên li ser asta navneteweyî û cîhanî dîsa jî xebatên xwe ji bo lidarxistina hilbijartinan didomînin.

Rêveberê Komîteya Çandê ya Şedadê Sacid El Ebid got: "Ev çalakî nîşan dide ku nirx, fikr û armancên we yên avakirina pêşerojeke baştir, yek in."

Piştre namzetan xwe dan nasîn. Dûre helbestvan Hesen Feyad helbestên xwe gotin. Piştre  herdu zarokên helbestvan Hemûdî El Ebdullah û Xelef El Hemad helbestên xwe gotin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

(mh)

ANHA