ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9- 5 – 2025
9 gulan, 2025   02:00

Her kesê ku parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bixwîne, wê fêr bibe ku divê di jiyana xwe ya civakî û pratîkî de çawa be, her wiha wê hewl bide bi têkilbûna yekser a bi civakê re û kûrkirina zêde ya di têgeha şaristandiya demokratîk de guhertinan çêke.

Çalakvanên Sûriyeyê destnîşan kir ku şer û pevçûnên niha yên di navbera komên çekdar de yan bi hevkarî yan jî ji ber acizbûna desthilatê ye û nakevin xizmetî Sûriyeyê nû, berevajî aloziyê kûrtir dikin û got, "Pêdiviya Sûriyeya nû bi tevkariya niştîmanî ya rastîn heye. "

Ziman ne tenê alaveke derbirînê ye, lê wek ku lêkolîner Ebdulwehab Pîranî dibêje ew navgîneke ku tê de "gotara nefretê tune dibe û civak hev nas dikin." Pîranî her wiha diyar kir ku pêdiviya Sûriyeyê bi destûreke nû heye ku rêzgirtina ji cihêrengiya Sûriyeyê bigire.

Koçberên ji perava Sûriyeyê yên ji ber êriş û kiryarên HTŞ’ê berê xwe dane herêmên ewle anku deverên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, got “Divê hemû cîhan li hemberî kiryarên HTŞ’ê rabe."

Lêkolînera Meys Kirêdî diyar kir ku rewşa Sûriyeyê ber bi veguhertinên metirsîdar ve diçe. Her wiha destnîşan kir ku nakokiyên mezin ên desthilata Şamê hene; “Ji aliyekî ve pêkhateyên tundraw û rêxistinên ku wek terorîst tên binavkirin û ji aliyê din ve jî hevkariya aşkera ya bi Tirkiyeyê re.

Dezgeha Avê ya Tebqayê piştî daketina rêjeya ava çemê Firatê û zêdebûna xerckirina avê di demsala havînê de, dest bi pêkanîna gelek projeyên avakirina stasyonên ava vexwarinê kir.

Xelkê bajarê Qamişloyê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Cegerxwîn Gulo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan defin dike, (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN