Pîranî: Divê em mîrateya çandî û zimanî vejînin

Ziman ne tenê alaveke derbirînê ye, lê wek ku lêkolîner Ebdulwehab Pîranî dibêje ew navgîneke ku tê de "gotara nefretê tune dibe û civak hev nas dikin." Pîranî her wiha diyar kir ku pêdiviya Sûriyeyê bi destûreke nû heye ku rêzgirtina ji cihêrengiya Sûriyeyê bigire.

Pîranî: Divê em mîrateya çandî û zimanî vejînin
9 gulan, 2025   05:06
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hefteya Wêjeyê li bajarê Hesekê li dar xist. Di vê çarçoveyê de lêkolîner û endamê komîteya amadekar a Hefteya Wêjeyê Ebdulwehab Pîranî bal kişand ser girîngiya avakirina dîmena çandî ya Sûriyeyê di serdema piştî rejîma Baasê de û tekez kir ku "wêje neynika herî rast a vîna gel e û amûra têkbirina bêdadiyê û pêkanîna dadmendiyê ye.”

Pîranî got: “Îro em li pêşberî derfeteke dîrokî ne ji bo jinûveavakirina dîmena çandî ya Sûriyeyê, piştî salên çewisandina çandî, ku tê de rejîma berê dest danîbû ser qada çandê û çandeke yek nasname û yek zimanî ferz kir, bi taybetî jî zimanê kurdî û zimanên din ên gelên Sûriyeyê qedexe kirin.”

Pîranî wiha pê de çû: “Rejîma Baas cihêrengiya ziman ji holê rakir û berhemên wêjeyî û çandî yên ne Erebî li odeyên girtî û di bin sansurê de sînordar kir.”

Pîranî bal kişand ser wê yekê ku Sûriyeyê welatekî dewlemend e ji aliyê pirrengiya zimanî û çandî ve, lê nebûna werger û siyasetên biçûkxistinê nahêle ku endamên civakên wê yên cuda mîrata hev nas bikin.

Her wiha got: "Kêm e ku mirov welatiyekî Ereb yê ji herêma peravê bibîne ku wêjeya Kurdî an jî çîrokên wê yên gelêrî nas bike. Ev bêhevsengî encax bi destûreke nû ya ku mafên çandî yên her civakê garantî dike, dikare were çareserkirin.”

JI MEZOPOTAMYAYÊ HETA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Pîranî destnîşan kir ku Sûriye wek parçeyek ji şaristaniyên Mezopotamyayê di dîrokê de bûye şahidê jiyana hevbeş a çandî û zimanî ku divê ji bo dema niha bibe model û wiha got: “Îro divê em wê mîrateyê vejînin. Ji ber ku ziman navgîna têkoşîna li dijî nefretê ye.”

Pîranî tekez kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modeleke pratîk ji bo rêzgirtina ji cihêrengiya zimanî pêşkêş kiriye, ji ber ku zimanên cuda di sîstema pwerdeyê de hatine bicihkirin. Her wiha banga "berfirehkirina vê ezmûnê li seranserê Sûriyeyê" kir.

‘PÊŞNIYARÊN JI BO GEŞKIRINA CIHÊRENGIYÊ’

Di dawiya axaftina xwe de lêkolîner Ebdulwehab Pîranî tekez kir ku divê Sûriyeya nû girîngiyê bide ziman û pêkhateyên çandî, bi rêya avakirina navendên lêkolînê yên taybet bi belgekirin û pêşxistina van zimanan.

(k)

ANHA