Koçberên Peravê: Êdî bes e, dawî li komkujiyên HTŞ’ê bînin

Koçberên ji perava Sûriyeyê yên ji ber êriş û kiryarên HTŞ’ê berê xwe dane herêmên ewle anku deverên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, got “Divê hemû cîhan li hemberî kiryarên HTŞ’ê rabe."

Koçberên Peravê: Êdî bes e, dawî li komkujiyên HTŞ’ê bînin
9 gulan, 2025   06:15
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) hem gelê Elewî, hem jî gelê Durzî di komkujiyan re derbas kirin. Gel jî neçar ma berê xwe bide herêmên ewle anku herêma Rêveberiya Xweser. Hin ji wan koçberan niha li gundê Elîşarê yê bajarê Kobanê yê kantona Firatê bi cih bûne.

Têkildarî mijarê B.E. yê ji Humsê çîrok û serpêhatiya xwe ji ajansa me re parve kir.

B.E. diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baas’ê di 8’ê Kanûna 2024’an de, gelê Humsê, ji ber êriş û tirsa kiryaran berê xwe da perava Sûriyeyê. B.E. wiha got: "Piştî ku çend rojên em li peravê man, hat gotin ku dewleteke nû bi rêvebirina HTŞ’ê çêbûye. Ji ber wê em vegerîn bajarê xwe Humsê.  Dema em li Humsê, me her tişt û her hovîtî bi çavên xwe dîtin, çawa çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an bi awayekî hovane êrişî Kobanê kir, wan jî bi heman hovîtiyê êrişî peravê û bajarê Şamê kir."

‘JI GEL RE GOTIN BIEWTIN Û BI ZARÊ LAWIRAN BIKIN’

B.E. destnîşan kir ku ew ji ber êriş, qetilkirin û komkujiyên çekdarên girêdayî HTŞ’ê li ser gel pêk dianîn nikaribû bi tu cihan ve biçin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em nikaribûn biçin tu cihan ji ber ku em ditirsiyan malên xwe terk bikin. Beriya ku roj biçe ava em nikarîn ji malên xwe derketana. Piştî çend rojan çekdarên HTŞ’ê êrişeke hovane li dijî Elewiyên li peravê pêk anîn Di êrişê de gelek komkujî pêk anîn. Hevalên min li cihê lomkujiyê bûn û min ji wan pirsî li wir çi dibe ji min re gotin çekdarên HTŞ’ê ji gel re dibêjin weke lawiran biewitînin û bi zarê lawiran bikin, her wiha gel kehrebe dikin, bi daran li wan didin û qetilaman pêk tînin."

B.E. anî ziman ku çekdarên desthilata Şamê zilmên di malan de derdixistin kolanan û ev tişt anî ziman: "Çekdarên HTŞ’ê bi hovîtiyekê diketin malan û zilamên malê derdixistin kolanan. Mal tar û mar dikirin û kesî nediwêrî bigotina hûn çima wisa dikin. Ji nav wan çekdaran komek Şîşanî ya herî qirêj û hov hebû. Tu tişt nehişt bi ser welatiyan de nekir."

‘EW Û ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HEMAN IN’

B.E. bal kirşand ser hovîtiya çekdarên desthilata Şamê û got: "Di her kolanekê de mirov komek cuda didît. Wan koman kirasên kin ên mîna çeteyên DAIŞ’ li xwe kiribûn. Ew bi 200 erebe ketin taxên me û stranên tundraw vêxistin û gule avêtin. Zarokên me hemû ji dengên guleyan tirsiyan û giriyan. Wan koman dest bi girtinê kirin û gule wek baranê dibarîn. Ji berê zarok, kal û pîran û jinan qîr dikir. Zilam jî derdixistin kolanan û ji wan re digotin weke lawiran bikin û heqaret li wan dikirin û qetil dikirin."

‘JI ZAROKAN PIRSA KARÊ BAVÊN WAN DIKIRIN’

Di berdewama axaftinê de B.E.  anî ziman ku dema zarok diçûn dibistanê, mamosteyên wan ji zarokan dipirsî ku bavê we çi karî dikin, li ku ne, kî ji mala we kar dike û bi vê yek dixwestin zarokan bixapînin û agahiyên li ser malên wan bizanibin. B.E. got: "Me ditirsî zarokên xwe bişînin dibistanan. Me gelek astengî kişandin. Armanc ji pirsên wan ew bû ku tirs û xofê bixin dilên me."

‘ME BERÊ XWE DA CIHÊ EWLE YA RÊVEBERIYA XWESER’

B.E. diyar kir ku li ber çavê wî serê kurê apê wî qut kirin û got: "Êdî me nikaribû van kiryarên hovane û qirêj tehemûl bikin. Destpêkê me hewl da ku ku em ji wir derkevin, lê me nikaribû. Di vê dawiyê de me xwest em berê xwe bidin cihê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk. Me nexweşiya keça xwe kir hincet û em ji wir derketin. Dema em gihîştin Kobanê gel malên xwe ji me re vekirin. Em spasiya xelkê Kobanê dikin."

Di dawiya axaftina xwe de B.E. bang li hemû saziyên mafên mirovan kir ku êdî dawî li van kiryarên qirêj ên HTŞ`ê bînin û xwedî li mafên mirovan derkevin, êdî bes e qetilkirin, komkojî, koçberî û talankirin.

(fr)

ANHA